STENBOL – Komeleya Lêkolînên Kurdî, di dema pandemiyê de bi awayekî onlayn dersê da 3 hezar kesî. Hevserokê komeleyê Eyup Sûbaşi got: “Dewlet dixwaze pêwendîya kurdan a bi zimanê wan re qut bike, lê em dikarin bi xwedîderketina li ziman bersiva vê yekê bidin.”
Kursên ziman ên Komeleya Lêkolînên Kurdî didomin. Komele, ji bo asta yekemîn, duyemîn û sêyemên bi awayekî onlayn dersan dide û ji bo asta çaran û mamostetiyê jî ji 2’yê Cotmehê de dest bi perwerdehiya rû bi rû kiriye. Her wiha komeleyê di 25’ê Cotmehê de ji bo zarokan jî dest bi perwerdehiya onlayn kir.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, derbarê zextên li ser kurdî û xebatên ji bo kurdî tên kirin de axivî. Sûbaşi, diyar kir ku zimanê zikmakî, dîrok, çand û hebûna gel e û got: “Heger neteweyek di bin dagirkeriyê de be, nexwe ziman ji bo wan xwedî wateyek din e. Wateya ku em li ziman bar dikin û ya ku îngilizîek li ziman bar dike ne wekh hev e. Em di bin dagirkeriyê de ne û zimanê me bi xetereyek mezin re rû bi rû ye. Heger em ji zimanê xwe qut bibin, em ji çand û hebûna xw ejî qut bibin.”
Sûbaşi, bal kişand ser zextên li ser kurdî jî û diyar kir ku polîtîkayên bişavtinê bi metodine din didomin. Sûbaşi got: “Dewlet dizane dê nikaribe bi metodên xwe yên sed sal berê bi ser bikeve. Rasterast nikare bibêje kurd tune ne, kurd, tune ye. Lê b kirinên xwe vê yekê dike. Dixwaze zimanê kurdî ji holê rake. Delet dixwaze pêwendiya gelê kurd bi zimanê wî re qut bike. Lê em dikarin bi xwedîderketina li ziman bersiva vê yekê bidin.”
3 HEZAR KES
Sûbaşi, destnîşan kir ku tevî ev qas zextan jî dersên xwe didomînin û divê hejmara kesên dersên kurdî didin bên zêdekirin. Sûbaşi jib o xebatên komeleyê yênd i vî warî de got: “Em di bihar, havîn û zivistanê de dersên kurdî didin. Bi hezaran kes tevli dersên me dibin. Zêdetir î sê hezra kes tevli dersên onlayn bûn. Ev hejmareke pir baş e. Miorvan kêfxweş dike. 20 saziyên em hebûna, dê her sal 20 hera kes hînî kurdî bûbûna. Lwma divê xebat bên zêdekirin.”
ZIMAN Û ZAROK
Sûbaşi, da zanîn ku ji bo zarokan jî kursên onlayn dan edestpêkirin û got: “Ziman, ji bo zarokan pri girîng e. Heger zarok nikaribin bi zimanê xwe biaixvin, nexweş ew ziman bi talûkeyê re rû bi rû ye. Zarok siberoja me ne. Divê em siberoja xwe ji kurdî mehrûm nekin.”
‘KURDÎ JIYAN BI XWE YE’
Xwendekara asta 4’an Parêzer Nazan Asya Ozmen jî anî ziman ku hea dest bi dibistanê nekiribû bi tirk, nizanibû, lê piştî dest bi dibistanê kiriye kurdî ji bîr kiriye. Ozmen, bilêv kir ku her ku ji kurdî dûr ketiye, neban bûye û 3 sal in li komeleyê dest bi kursan kiriye. Ozmen, destnîşan kir ku her ku hîn dibe ew nebanbûn ji holê radibe û got: “Di zarokatiyê de kurdî ji bo me çêr bû, heqaret bû. Lê her ku mezin bûm min ferq kir ku ji bo min helbest, stran û wêje ye. lewma kurdî jiyan bi xwe ye. Dê roj bê her kes vegere mala xwe.”