DÊRÎK – Festîvala Şehîd Baran Mawa di roja çaremîn de li Dêrîkê didome.
Festîvala ku di bin şiyara “Emê bi Ciwantî Şerê Gelê Şoreşgerî Rêxistin Bikin, Şoreşa Çandî Misoger Bikin” de pêk tê li roja sêyemîn de li Qamişloyê qediya û îro di roja çaremîn de li Dêrîkê berdewam kir. Festîval dê 27’ê mehê de li Dêrîkê, 28 û 29 ‘ê mehê de jî li Hesekê de bidome.
Îro di festîvalê de tekvando û musabakayên futbolê hatin çêkirin. Dêrîkê de di roja yekemîn de gel û ciwanên herêmê eleqeyeke mezin nîşanê festîvala ciwanan dan.
Festîval dê sibehê berdewam bike.