SILÊMANÎ – Ciwanên Başûr li ber derê Sera ya Silêmaniyê, dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, çalakiyek lidarxistin.
Koma Helokanî Zagros li ber derê Sera ya Silêmanî kombûn û ji bo balê bikêşin ser bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, wêneyên serokkomarê AKP’ê Recep Tayîp û ala faşîştan avêtin erdê.
Ciwanan ji bo êriş, dagirkeriya dewleta Tirk ya ser xaka Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî ya dijî gerîlayên azadiyê gotin ‘êdî bese.’ Ciwanan bang kirin û gotin; “Êdî ji bo qetilkirina pêşengên me bese, bijî nîştimaniyek serbixwe û azad.”
Herî dawî ciwanên Başûr diyar kirin ku ew ji bo parastina xaka Kurdistan amadene ku li gel gerîlayên azadiyê cihên xwe bigrin û şer bikin.