ÊLIH – Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêde dibin. Dewleta Tirk a dagirker ku nikare berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê bişkîne, şer û sûcên li dijî mirovahiyê bi bikaranîna çekên kîmyewî bê cudahî didomîne.
Di salên 1990’î de bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye rojevê û gelek caran hatiye nîqaşkirin. Lê îdiaya ku di êrîşa li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn, bi taybetî ji 23ê Nîsana 2021an pê ve gav bi gav zêde dibe.
Li gel ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî gerîla li gelek cihan bi çalakiyan tê şermezarkirin, di van çalakiyan de ciwan di rêza herî pêş de cih digirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê da û bi EYP’ê ve li dijî marketeke hevkarên Tirk a li navçeya navendî Êlihê çalakiyek li dar xist.
Ciwanan diyar kir ku ewên çalakiyên xwe bidomînin.