STENBOL – Cotmeh ji bo gelê Kurdistanê û her wiha ji bo dîroka şoreşa cîhanê meheke bi wate ye. Meha şehîdên me ye, ku her roj berxwedanek bê hempa meşandine. Ya ku vê mehê tacîdar dike 29. salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan e, ku heta guleya dawî li ber xwe da, piştî ku çeka xwe şikand xwe ji zinaran avêt û bi berxwedaniyek mezin ve şehîd bû.
Bi boneya salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan aktîvîte û çalakiyên bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan bi rojan pêş de destpê kiribûn, hê jî berdewam dikin. Bi çalakî û xebatên xwe ve DGH fermandara mezin Ş. Bêrîtana ku berxwedana li dijî îxanet û hevkariyê ve derket pêş, bi boneya salvegera şehadeta bibîranîna wê berdewam dike.
Di nivîsên DGH’ê ku li navçeya Sultangazî ya Stenbolê de siloganên “Ji Bêrîtanên li berxwedêran re hezar silav” û “Xeta me Bêrîtan, Rêberê me Ocalan” derketin pêş.