MARÎGNANE – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Marignane yê Fransayê çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin û bal kişandin ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG’ê dike.
Ciwan danê êvarê li ber Balafirgeha Aeroport Marseille Provenceyê li hev civiyan û bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ’ê ketin hundirê balafirgehê.
Ciwanan bi qasî saetekê çalakiya xwe dewam kirin û dirûşmên “Ciwan fedayiyên Apo ne”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bimire rejîma faşîst a Tirk” qîriyan.