NAVENDA NÛÇEYAN –
Nûcan Serdoz
DANASÎNA BAJARÊ KOBANÊ
Navê kobanî ji aliyê dewletên Ereb ya şoven ve hatiye guhertin û bûye ‘Eyn El-Ereb’ yanê çavê Ereban. Bi taybet jî di pêvajoya çempera ereban de, dema ku dewletên ereb civaka xwe di nava gelê kurd de belav dike, êdî dest bi guhartinan dike, di vê demê de navê kobanê dikin Eyn El-Ereb.
Firehbûna xaka Kobanî 3000,23 km2 ye. Hejmara şêniyan li gorî serjimara dewletê a sala 2000’an 204.653 însan e. Li gor nexşeya Kurdistanê, Kobanî û herêma deşta Sirucê yekser bi Rihayê ve girêdayî ne. Ava çema Firatê jî di kobanê re derbas dibe. Kobanî 100 km ji bajarê Rihayê dûre.
Kobanî, di parêzgeha Helebê de ye, ji navenda bajarê Helebê jî 150 km dûr e. Li bakurê wê sînorê dewleta Tirkiyê heye. Başûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye. Li rojhilatê wê sînorê herêma Girê Spî, li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablûsê û çemê Feratê heye.
Kobanî ku bi piranî deştên rast e (deşta Siruc) û hinek çiyayên wê hene lê ne bilindin, wekî çiyayê Miştenûr 600 m. Çiyayê Qerebekir, Çiyayê Xan-Mamed, Çiyayê Reş, di herêma Kobanê de çem kêm in, hin kanî hebûn wek kaniya Ereban û kaniya Mişidê, lê niha ew jî nînin.
Di herêma Kobanê de 300 gund hene. Piranî gelê Kobanî bi çandinî û hesinkariyê ve mijûl dibin. Dar û daristin kêm in, çandiniyên salane tên çandin, wek pembû, genim, nîsk, nok, bacan, îsot, ceh, kuncî, garis, kîmyon (biharat), zebeş û gelek berhemên axê yên din. Di van salên dawiyê jî çandiniya darên fistiq, qeysî, tirî, hinar, hêjîr û tiştên din jî bi dest dikevin. Xwedîkirina heywan û dewaran jî di van salên dawiyê de bi paş ketiye.
Ji hêla hesinkarî û çêkirina makîneyan û amûrên hesin ve Kobanê gavên pir mezin avêtiye. Gelek fabrîqeyên biçûk ên taybet hene. Niha jî weke navenda çêkirina makîne û amûran lê hatiye. Dewleta Sûriyê bi polîtîkayên taybet her tim xêr û ber, ji herêma Kurdan derxistiye û biriye herêmên Ereban çêkiriye. Gelê Kobanî bi xebata kolandina bîrên avê bi makîneyên taybet (Xeraze) ango suntajê navdar e. Mirov dikare bibêje ku, sektora kolandina bîran, bi piranî di destên wan de ye. Jêdera wan a sereke ya aboriyê jî, ji vê sektorê ye.
Eşîra herî mezin a Kobanê eşîra ‘Berazî’ ye. Ev eşîr di herêma Riha, Siruc, Serê Kaniyê, Silêmaniyê, Lubnanê û bajarê Hemayê de dijîn. Eşîreke pir mezin e. Kesên derve ji hemû endamên konfederesyona vê eşîrê re ‘Berazî’ dibêjin, lê ew di nava xwe de bi hoz û qebîlên xwe, xwe dinasînin. Di nava wê de jî gelek êl û qebîle hene wek; Mîran, Kêtikan, Şêxan, Oxî, Zirwar, İlêdînî, Şedadî, Mief, Dinan, Qereberkeran, Pîjiyan, Bêskan… Lê niha girêdana wan kêm bûye. Heta salên nêz malbata Şahîn Begê ji hoza Mîran serokatiya konfedersyona eşîra Beraziyan dikir, lê niha tu desthilatiya wan nemaye. Şahîn Begê Mîran û birayê wî Bozan Begê Mîran di avakirina Komela Xoybûn de roleke sereke leyîstine û şervanên Kobanî yên Berazî li gel Osman Sebrî çend çalekî li hemberî qereqolên Tirkan pêk anîne.
Kobanî di nava xwe de li 6 navnedên birêvebirina herêmî dabeş dibe. Zêdetirî 321 gund li herêma Kobanî hene. Ji van gundan Helinc û Tilêcib, Tilxezal, Bozîk, Xanmemed, Sixur, Qilhedîd, Qinê, Qûmlix, Girik, Şeran û gundê Şêran ên mezin in. Pirraniya navên van gundan bi Kurdî ne, lê dewleta Ereb a şovenîst navê van gundan guhertiye û kiriye Erebî. Di salên dawî de gelek gundên Kobanî ji bajêr hatin qutkirin û bi navçeyên Ereban ên derdorê ve hatin girêdan. Bi taybetî jî bi navçeya Sirîn û parêzgeha Reqayê ve. Hêjayî gotinê ye ku navçeya Sirînê bi navneda herêma Kobanî ve girêdayî ye.
Di van gundan de gelek bermayiyên dîrokî yên kevnar hatine dîtin û ji aliyê dewletê ve ew guheztine bajêr û muzexaneyên Ereban. Wek du şêrên kevirîn ên mezin ji gundê Şêran hatine birin ji bo bajarê Reqaya Ereban. Di serê Çiyayê Miştenûrê gelek şikeftên dîrokî hene, şikefta herî bi nav û deng jî şikefta Qîzikan heye. Her wiha gelek ziyaret û cihên pîroz hene. Wek ziyareta Xanmamed û ziyareta Kurikê. Heta salên nêz li bajêr dêra Ermeniyan jî hebû.
Ji roja ku Rojavayê Kurdistanê ji bakur hate qut kirin û heta roja me ya îro, gelê Rojavayê Kurdistanê hertim hembêza xwe ji hemû şoreş û şoreşvanan re vekiriye. Me li jor behs kiribû ku şervanên Kurd ên Berazî li gel Osman Sebrî li hember Tirkan çalekî pêk anîn û hewl dan xwe bigihînin şoreşa Agirî. Her wiha serok eşîra Beraziyan Şahîn Begê Mîran di avakirina komela Xoybûn de roleke sereke leyîstiye. Birayê wî Bozan Beg ji aliyê desthilatiyê ve tê binçavkirin.
Di havîna sala 1979’an de Rêber APO ji Bakur derbasî Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanî bû û pişt re jî Kobanê bû dergeha herî girîng a derbasbûna partîzan û şervanên PKK’ê. Wisa jî Kobanê bû yekem qada ku hembêza xwe ji şoreşa azadiya re vekir. Bi hezaran ciwan û keç beşdarî şoreşê bûn û li serê çiyayên Kurdistanê li hemberî neyarên gelê Kurd şer kirin, bi sedan ji wan xwîna xwe ya pak di rêya azadiyê de rijandin û bi hezaran jî hîna li serê Çiyayên Kurdistanê şer dikin. Kobanê di rêya azadiyê de gelek zarokên xwe yên qehreman qurban kir wek Şîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî, Perwîn û bi dehan şehîdên qehreman.
Niha jî ji 19’ê Tîrmeha sala 2012’an pê ve ji yekemîn pêngava şoreşê re dergûşî kir û di dîroka Kurdistanê de çawa ku bû cihê malovaniya Rêber APO, niha jî di azadiya Kurdistanê û biserxistina şoreşa azadiyê de rola sereke girtiye ser xwe. Li beramberî hemû êrîş, talan, qirkirin û komkujiyên hovanê yên hêzên El-Nusra û çeteyên Tirk ku bi çekên herî dijwar û arastî êrîş dikin û li ser gel her cure qirkirinê pêk tînin, Kobanî û beşên din ên Rojavayê Kurdistanê bûye navgîna berxwedana bêhempa ya azadiyê.
ŞOREŞA ROJAVA JI BO GELAN BÛ DÎROKEK
Şoreşa Rojavayê Kurdistan ê di 19’ê Tîrmehê de despê kir. Ev şoreş li ser xeta sêyemîn xeta parastina gelan meşiya. Ev jî feraseteke dîrokî bû ji gelê Kurd re. Ji ber ku gelê kurd di vê şoreşê de bi têkoşîna xwe ya azadiyê hesiyan. Ji ber vê sedemê jî hemû dewletên hegemonî bi şêwayekî hovane li dijî vê şoreşê derketin. Gelê kurd jî ev êrîşên li dijî pêvanên mirovahiyê qebûl nekirin, ji ber gelê kurd dizane ku ew xwedî mafe, û ne ji mafê tu hêzê ye ku xwe li ser gelekî ferz bike. Her kesî jî dizane ku gelê kurd wê her li pê mafê xwe bimeşe û serî ji kesî re natewîne, wê di riya rast ya berxwedanê de bimeşe. Piştî avabûna şoreşê jî berxwedana YPG û YPJ’ê ve ev yek îspat kirin.
Şoreşa Rojava ji bo gelê kurd bû dîrokek, ev dîrok jî dibe sedem ku gelê kurd xwe ji nû de bibîne. Xeyalên her kurdekî bû ku ew xwe bi xwe, xwe rêvebibe. Yanê tu kes li ser civak û gelê wan ve nebe serdest û wan bi rêve nebe. Bi kurtasî yanê di nava sîstemeke demoqrat de jiyan bikin. Ji ber di wê zanebûnê de ne, ger heya nebin gelek serbixwe nikarin jiyan bikin.
Weke tê zanîn ji piştî şoreşa ku li Rojava çêbûye de, li Rojava êrîşên dewleta dagirker Tirkiyê nesekiniye, ji rastiyê mirov dikare bêje; ji piştî şoreşê, êdî pilanên êrîşên DAÎŞ’ê hate bi pêşxistin, pilanên xwe li ser bingeha tunekirina kurdên Rojavayê Kurdistanê û ji wan pê ve tune kirina tevahî kurdistanê hate pêşxistin. Lê belê şervanên YPG û YPJ’ê ve ji vê re rê nedan. Rê nedan dagirkeriyê ku karibin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Her der kirin qadên berxwedanê. Bi taybet jî li Bajarê Kobanê rê ji şikandinê re nehat dayîn.
Çarenûs ku nekeve destê hinekên din, bi piranî jiyan hilbijartekên curbecur pêşkêşî mirovan dike û ev jî deriyên nû vedike, rêyên cuda cuda derdixîne pêşiya mirov. Lê di esas de ya diyarker biryar, vîn, israr û têkoşîn domandina rêyê ji bo gihîştina armancê ye. Di vê wateyê de tiştek bi navê çarenûs û qeder ku ji hêla xweda û nûnerên wî ve hatibe nivîsîn, di holê de namîne.
Gelê Kurd jî ev bi demdirêjî ye ku ji bo xêz kirina pêşeroja xwe bi destên xwe, amadekariyên berfireh dike. Herçend li gor şert û mercên herêmê biserxistina vê astê, bi serê xwe şoreşeke mezin e, lê belê ev bi tu awayî têr nake. Dişibe xîmê maleke mezin û fireh. Elbet mal hîna kamil nebûye, hîna dîwar, pencere, ban pêdivî pê heye. Ku ev jî bi serketî bi encam bibin, dikare wê demê bi rehetî û şanazî behsa avahiyeke qahîm û temam were kirin.
Gelê Kurd ji bo avakirina jiyaneke azad xwedî alav û amûrên bingehîn e. Hem di aliyê zihniyeta vê avakirinê de têgihîştineke xurt û bilind derketiye holê, hem jî derfetên vê yê madî ku pratîze bike jî hene. Di vê rewşê de tişta hewce bikaribe rêxistinbûna xwe kanalîzeyê avakirinê bike û hemû tevnên bi pergala kevin ku li pêşiya azadiyê asteng in, bi tevahî biqetîne an jî zirav û bêbandor bike. Wiha jî dê çarenûsa gelê Kurd bi temamî di eksena Xeta Sêyemîn ango Çareseriya Demokratîk, modeleke nû biafirîne.
Ev ji gelên herêmê re jî dê bibe mizgîniya jiyana azad. Li ser vê bingehê şoreşa ku li Rojavayê welat rû dide di esas de yek ji navgîna qedera gelê Kurd temsîl dike. Têkoşîna hebûnê ye, cihê ku pergala Xweseriya Demokratîk nûjen bibe û bijî, vire. Ev jî pêdiviya berxwedaneke pir mezin ji bo destketiyên gelê me li Rojava derdixîne holê. Ji ber ku êrîşên hêzên dagirker, hevkar, xayîn û çete parçeyek polîtîkayên dij-demokrasiyê yên hêzên derve û hundir in. Rêbertiya me ji bo Rojavayê welat da diyarkirin ku ji nan û avê zêdetir hewcehî û zerûriyeta parastina rewa heye, ev perspektîf îfadeya ruhê demê ye. Lewma jî dê gelê Kurd parastin û ewlehiya xwe deyne sereka hemû erkên xwe.
SIYASETÊN KU LI SER KOBANÊ HATINE MEŞANDIN
Dema ku kurdan kantonên xwe avakirin û dest bi rêveberiya xebatê xwe kirin, li ser xaka Rojhilata Navîn bi navê DAÎŞ’ê rêxistineke hov derkete holê. Di sedsala 21’yemîn de têkoşîna azadiyê ya gelan bi pêşket. Dîsa li hember van têkoşînên gelan serî li rêbazên olî dan. Li dijî têkoşîna azadiya gelan rêxistinên olî yên şer bi rêxistin kirin. Li Sûmalî El Şebeb, Li Filîstînê Hemaz, li Efganistanê Telîban û li Kurdistanê jî DAÎŞ’ hebû. DAÎŞ piştî ku eskerên Emêrka ji Îraqê vekişiyan bi rêxistin bûn.
Bi taybet piştî ku şoreşa Rojava bi pêşket êrîşan jî destpêkir, weke pilaneke şer bi kurdan re DAÎŞ hate pêşve xistin. Li gorî vê wê DAÎŞ li ser navê dîn bihata bi rêxistin kirin. Li gor hesabên wan ew bû ku derbeyeke mezin li şoreşa Rojava bixistana û ev şoreş têk birbana. Ji bo vê bêyî ku DAÎŞ li rastî berxwedanekê were li Mûsilê hate bi cih kirin, piştî Mûsilê jî berê xwe da şengalê. Li şengalê komkujiyeke Pêkanî û piştî ku li şengalê bi hezaran kurd qetil kirin berê xwe dane Kobanê. Pêla êrîşan a Kobanê ya herî mezin di dîroka 15’ê Îlona 2014’an de dest pêkir. Piştî ku berxwedana kobanê destpêkir, li Kurdistanê li deverên weke Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ve gel rabûn ser piyan. Berxwedana Kobanê di nava kurdan de ruhê yekîtiyê avakir. Di serî de li Pirsus eniyek berxwedanê ya nû hatibû avakirin.
DÊ BIDOME…