NAVENDA NÛÇEYAN – Esnafê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a li Sêrtê de gotibû; ‘Ev der Kurdistane lê tê înkarkirin’ ji aliyê polîsên Tirk ve hat revandin.
Duh esnaf Cemîl Taşkesen ê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a li navçeya Misirc a Sêrtê de gotibû; ‘Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin’ hat destgîr kirin. Hat diyarkirin ku Taşkesen, di çarçoveya lêpirsîna têkildarî axaftina wî hatiye destpêkirin de hatiye revandin.
Miduriyeta Polîsan a Sêrtê diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Misircê li ser gotinên Cemîl Taşkesen ên “Ziman û nasnameya me tê înkarkirin. ‘Kurdistan’ tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Ev cihê hûn niha lê ne ‘Kurdistan e’ lê mixabin di Meclîsê de ‘Kurdistan’ tê înkarkirin” bi îdiaya “propagandaya rêxistine” lêpirsîn daye destpêkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de Cemîl Taşkesen revandin.