HEWLÊR – Xwedevanên Dibistana Amadeyî xilaskirin dijî encamên zanîngehê, li Silêmanî, Hewlêr, Koye, Qeladiz û Germiyan carek din daketin kolanan û xwestin Wezareta Xwendinê pirsgirêka wan çareser bike.
Piştî ku ezmûnên xwendevanên Dibistanên Amadeyî xilas bûn, encamên xwendevanan li ser înternetê hatin belavkirin. Xwendevan ji ber ku li gorî dixwestin ji bo beşên wan nehatin girtin, nerazîne û 4 rojin li kolananin.
Xwendevan îro li ber derê rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyê kombûn û heya ber derê avahiys Zanîngeha Nû ya Qalîsan meşiyan. Xwendevanan rê li trafîkê girtin û xwestin aliyên peywendîdar pirsgirêka wan çareser bike.
Li Hewlêr jî xwendevan rabûn
Li Hewlêrê jî xwendevan li ber derê avahiya Wezareta Xwendinê ya Blind kombûn. Li Koyeyê jî xwendevanan rê li trafîkê girtin. Xwendevan di çalakiyên xwe de dibêjin, ew biryara Wezareta Xwendinê red dikin û xwestin pirsgirêk were çareser kirin.
Qeladizê jî xwendevan bi heman armancê li nav Baxê Giştî çalakiyek lidarxistin û rêya sereke ya Qeladizê li trafîkê girtin