NAVENDA NÛÇEYAN
Nûcan Serdoz –
Berxwedana dîrokî berxwedana Kobanê
Ji xwe berî ku êrişî bikin Kobanê du salan di çemberê de mabûn. Ji aliyê Heleb û Kantona Cizîrê ve çûyîn û hatin hatibû qutkirin. Wê demê berxwedanek bê hempe dihat meşandin. Dema ku êrîş kirin ji xwe re gelek hesab kirin di gotin bajarek bûçûk e, erdenegariya wê teng e, hêjamara şêniyên li navenda bajar û gundên wê nagihe hezarî. Kobanê ne cihekî mezin e; lê mirovên li ser wê erdnîgariyê jiyane, rihê berxwedanê bi wan re li pêş e. Me di despêka gotinên xwe de jî dabû diyar kirin ava Firat di bere diçe, lê destihiladaran ne hiştine sûd ji wê avê bê giritin û dewlemenidiya wê herêmê derkeve holê. Ji ber wê jî her bi tunebunê re rû bi rû hatiye hêştin. Bi teybet çima Kobanê hilbijartin, ew difikirîn ku gelê Kobanê nikare ji çemberê derkeve, cihek biçûk e ew ê di demek kurt de li wê serwer bibin. Weke ku demarek ji canê mirovan were qutkirin, armanca wan a sereke dixwestin çûyîn û hatina heyî li Kobanê bidin qutkirin. Wan ji xwe re wisa dihesiband. Bi êrîşên li ser Kobanê re DAÎŞ’ê di heman demê de Bakur jî ji bo xwe kiribû armanc ku ji xwe re di navbera Serê Kaniyê û Kobanê de riyekê vebike û biçe bê.
Dema ku mirov berxwedana Kobanê, tenê weke berxwedana gelê Kobanê pênase bike ne raste. Yan jî em bêjin ev sîstema DAÎŞ’ê ya hov tenê bi civaka Kobanê re têkçû gotineke ne di cih de ye, raste rola gelê Kobanê diyar bû. Lê gelên kurd li her derê tevlî bûn. Ger em wisa pênase nekin wê şirove û nêrînên me kêm bimînin.
Berxwedana Kobanê, di qada navneteweyî de jî deng veda. Ji hemû herêmên cîhanê bertek ji bo piştgiriya li Kobaniyê hatine dayîn nîşandan. Berxwedana Kobanê, pirsgirêka Kurd jî, di qada navneteweyî de bi hemû rengê wê anî rojevê. Cîhan, bi Kobanê û navê wê û berxwedana wê re dirazaha û dirabû. Lê berxwedana Kobanê giyaneke Kurdistanî di nava kurdan de bo yekbûna wan jî afirand. Kobanî û êrîşên ku li wê dibûn, hemû kurdistanî bi hemû beşên civaka Kurd re rakiribû serpiyan. Di wê dema ku berxwedana Kobanê didomiya jî, li Bakurê Kurdistanê kurd jî li sînorê Kobanê li deverên weke Pîrsûsê û hwd civiyan û nobet digirtin bo piştgiriya berxwedana Kobanê. Lê her roj jî, leşker û polîsên Tirk, êrîşî kurdên ku li herêmên Pîrsûsê û gundên wê nobet digirtin dikir. Rayadarên dewletê dixwest ku kurdan ji ser sînor derbas bike. Ji ber ku rejîma Tirk alîkarî dida DAÎŞ’ê. Dixwest ku Kobanê bikeve destê DAÎŞ’ê de.
Piştî ku berxwedana Kobanê dest pê kir, li beşên Kurdistanê Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gel rabû serpiyan. Di serhildanê Bakurê Kurdistanê de polîs û leşkerên Tirk êrîşî kurdistaniyan dikir û di nava herdu rojên pêşî ên serhildanan de bi qasî 42 kurdan kuştin û bi hejmareke zêde birîndar kirin. Dem bi dem, ji nava wan birîndan jî mirovên ku jiyana xwe ji dest didan û bi wê re hijmara kuştiyên kurdistanî ên bi destê hêzên rejîma Tirk zêdetir dibû. Rayadarên Tirk, piştî ku serhildanên kurdan zêde bûn, xwe neçarî rêbazeke hîn hovtir hîs kirin. Ji ber vê yekê dest bi operasyonên qirkirinê kirin.
Li Bakurê Kurdistanê piştî ku berxwerdana Kobanê dest pê kir û pê de, gelê kurd rabû serpiyan û serhildan kir. Li ruxmî ku di Bakur de dijmin bi awayekî pir zor nêz bû, lê dîsa jî gelê kurd serî netewand. Ev asta rabûna serpiyan a kurdan di 7 û 8 Cotmehê de gihişt asta herî bilind. Bi wê re jî, rayadarên dewletê bi polîs û leşkeran re êrîşî xwepêşanderan dikirin. Di wan êrîşan de bi qasî 50 kesî ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hatin kuştin. Û hejmareke zêde ji kurdan hatin binçavkirin.
Li Başûrê Kurdistanê, li piraniyan kurd rabûne serpiyan xwe pêşandin li darxistin. Li Dihok, Hewlêr, Helebce, Silêmanî, Kerkûk û hwd li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandinên girseyî bûn. Di Başûrê Kurdistanê de jî êrîşên ku karibin gelê kurd asteng bikin hebûn, lê li wir jî dîsa gel di asta jor de li berxweda.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gelek xwepêşandin bûn. Li herêmên weke Ciwanro, Sine, Kirmaşan, Mehabad, Ûrmiye û hwd, li gelek deveran xwepêşandin bûn. Li Tehran û Tewrêzê jî xwepêşandin bo piştgiriya bi kurdan re bûn. Rayadarên Îranî jî, weke yên Tirk, êrîşî xwepêşandêran kiribûn û bi dehan ji wan kiribûn binçav. Yanê li vê derê jî bi awayekî hov êrîş anîn ser gelê kurd.
Li hemû bajarên Almanya û Fransayê di nav de, li piraniya bajarên welatên Ewrupayê ku kurd lê dijîn, kurd rabûn serpiyan. Çalakiyên weke dagirkirina balafirgehan, li riyên trênan rûniştin, li pêşiya parlemanan kombûn û hwd, gelek çalakiyên cur bi cur kirin. Çalakiyên dorveger ên birçîbûnê jî kirin.
Piştî 15’ê Îlona 2014’an û pê de, li hemû welatên Ewrupayê kurd li her deverê daketin qadan. Xwepêşandin li darxistin. Li balafirgehan çalakiyên rûniştinê û dagirkirinê li darxistin. Çalekiyên birçîbûnê kirin. Her wisa gelek çalakiyên din jî kirin. Li kuderê kurdek hebû, rabû ser piyan. Kurd, ji qadan neçûn. Di vir de ya mirov fêm dike ewe ku, navenda şer ya fikirî li Îmraliyê ye û Ya fîzîkî di vê pêvajoyê de li Kobanê ye. Ji vê derê belavî hemû welat û derveyî welat bûye. Dema ku hemû kurd tevlî vê berxwedanê bûn, û her kesî serîhilda. Dijmin tirsiya. Ji ber ku cara yekeme dibîne ku di kurdistanê de ewqas kes radibe ser piyan. Ev jî hemû bi saya keda Rêber Apo ya bi salane. Ev berxwedan bû mala tevahî netewên bindest, gelek netewên din jî di berxwedana Kobanê de bi roleke girîng rabûn.
Em dikarin wiha bêjin wek maşineyekê bi lezek mezin were li diwarekî biqelibe, dema rastî berxwedaniyek bî vî awayî hatin matmayî man. Êdî her kes bi vê xeteriyê hesiya ku pêşî li vê yekê neyê girtin, her biçe wê wek tovekê belav bibe. Wan dema ku dest bi êrişên li ser Kobanê kirin wer ji xwe re dihesibandin wê di demek pir kurt de bi dest bixin. Lê 134 rojan şerê Kobanê berdewam kir. Cîhan jî êdî ket vê zanebûnê ku neviyên kurdan şervanên YPJ û YPG’ê tenê ji bo xwe şer nakin pilana ku li ser vê erdnîgariyê hatiye fikirîn vala derdixin.
Bi teybet çima 1’ê Mijarê bû Roja Cîhanî ya Kobanê ev ji çi tê? Şoreşa Rojavayê Kurdistanê misoger bû. Ew gelê ku ji hemû tiştî bê hêvî bû, bi rizgarbûna Kobanê re carek din hêviyên wî geş û şîn bûn. Ew berxwedana Kobanê ev yek da nîşandan çi dibe bila bibe wê tu hêz nikaribe axa me dagir bike. Yên ku werin dibe riya hatinê ditibe, lê wê riya vegerê peyda nekin. Wê rastî berxwedaniyek qet nayê hizirandin were. Ji ber têkoşîna li Kobanê hatiye meşandin hemû neteweyên ku di nav tengaviyên mezin de dijîn, rizgarbuna Kobanê hişt ku ev carek din bi riya berdewamiya jiyanê bibînin. Ev êrişên li ser berxwedana ku li Kobanê hatiye meşandin kirî, heya niha li tu cihê din nehatiye dîtin. Li hemberî dijminek wiha ewqas serkeftin hatine bi dest xistin. Ev roj keda zarokên gelên ku hêviya wan a azadiyê di pêş de ye û axa wan rûmeta wan e, nirxên xwe yên bi salan e ku bi keda destê xwe û xwêdana xwe anîne vê rojê ye.
DÊ BIDOME…