HAMBÛRG – Dihate payin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) di 31’ê Cotmehê de li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê şahiyekê li dar bixin. Ciwanan ji polîsên Elman belgeyek bi nivîsa ‘nabe ku çalakî bê lidarxistin’ wergirtin.
Piştî ku şahî ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin bi navê TCŞ û TÊKO-JIN’ê daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ciwanên Kurd li ku dibin bila bibin mafê me ye ku dîrok, çand û rastiya xwe biparêzin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê bi çalakiyên xwe dewletên Ewropayê teşhîr bikin û hate gotin, “Em teslîmî vê bêhiqûqiyê, bêedaletiyê nebûn, nabin. Her der ji bo me qada berxwedanê ye. Em bang li gelê xwe, ciwanên xwe yên welatparêz dikin ku dakevin qadan.”
Ciwanan diyar kirin ku wê ti carî dest ji xwe û rêya xwe bernedin, ew ê dest ji Rêbertiya xwe û Kurdistanê bernedin.