NAVENDA NÛÇEYAN – Di hejmara 478’an a rojnameya Serxwebûnê de bi giranî bûyerên dawî yên siyasî, Komploya 9’ê Cotmehê, şehîdên meha Cotmehê, bûyerên siyasî yên li herêmê Tirkiyeyê û cîhanê têne nirxandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di nirxandina xwe ya siyasî de diyar dike ku heta kapîtalîzm hebe wê têkoşîna navbera hêzên kapîtalîst dewam bike, DYE bi têkilîdanîna bi gelek welatan re wê polîtîkaya dorpêçkirin û tengavkirina Çînê bimeşîne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî bi sernavê ‘Di sala 24’an a komployê de berxwedana Rêber Apo û azadî wê bi ser bikeve’ gotarek nivîsî û komplo û têkoşîna li dijî komployê nirxand.
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan jî bi wesîleya meha Cotmehê ku ji aliyê PKK’ê ve weke meha şehîdan hatiye ragihandin bi sernavê ‘Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo xeta fedayîtiyê ya têkoşîna me ye’ gotarek nivîsî.
Dilzar Dîlok bi sernavê ‘Parêznameyên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo cîhaneke; çi hebe li wir heye’ nivîseke wêjeyî nivîsî.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Berxwedana azadiyê ya li Îmraliyê û wezîfeyên me” pirsa; çima dijmin destûrê nade ku Abdullah Ocalan gotineke bi tenê jî bêje, dipirse û dinirxîne.
Atakan Ronî jî bi sernavê “Li Ewropayê meclîs û pirsgirêkên jinûve avakirin” mijara meclîsên gel dinirxîne.
Yek ji nivîsên girîng ên meha Cotmehê jî nivîsa bi sernavê “Komployê li ser Rêbertiya PKK’ê têne ferzkirin û mikurhatina li tirsa ji nasnameya azad a gel” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Ji bo nivîskar M. Saît Uçlu û Îrfan Guler ên şehîd bûn, nivîsên bîranînê hatin weşandin.
Rojnameya Serxwebûnê li ser malpera serxwebun.info dikare bê peydakirin.