HEWLÊR – Xwedevanên Dibistana Amadeyî xilaskirin dijî encamên zanîngehê, li Silêmanî û Hewlêr carek din daketin kolanan û xwestin Wezareta Xwendinê pirsgirêka wan çareser bike.
Piştî ku ezmûnên xwendevanên Dibistanên Amadeyî xilas bûn, encamên xwendevanan li ser înternetê hatin belavkirin.
Xwendevan ji ber ku li gorî dixwestin ji bo beşên wan nehatin girtin, nerazîne û 5 rojin li kolananin. Li Silêmanî xwendevan li ber derê rêveberiya Perwerdeya Rojava kombûn, xwendevan dibêjin hêzek zêde li derdora wan hatiye komkirin û ewê heya ber derê ofîsa parlamentoya herêmê ya li Silêmaniyê bimeşin. Xwendevan dixwazin pirsgirêka wan were çareserkirin.
Li Hewlêrê jî li ber derê avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kombûn û dan zanîn ku ew biryara Wezareta Xwendinê red dikin. Xwendevanan xwest wana ji bo beşên dixwazin, bigrin.