HEWLÊR – Li navçeya Çoman a girêdayî Hewlêrê jî xwendevanên dibistana amadeyî xelaskirin li dijî encamên ezmûnên zanîngehê kombûn û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan ji hikûmetê kirin.
Li navçeya Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê xwendevanên dibistana amadeyî xilaskirine, kombûn û daxwaz ji aliyên peywendîdar kirin daxwazên wan bi cih bînin.
Di dema çalakiyê de hêzên ewlehiyê bi cilên sivîl û leşkerî dor li xwendevanan girtin.
Xwendevana bi navê Niyan Îbrahîm derbarê çalakiyê de got, “Em komek xwendevanên refa 12 ya amadeyîne, em daxwazê ji wezareta perwerdê dikin daxwazên xwendevanan bi cih bîne.”
Her wiha diyarkir wê di ezmûnan de 95 pile wergirtiye lê li ti beşek zanîngehê nehatiye wergirtin. Niyan daxwaz kir kursiyên xwendina li zanîngeh û peymangehan werin zêdekirin.
Xwendekarê bi navê Emîn Eyub jî got, daxwaz ji hikûmetê dikin pirsgirêkên xwendevanan çareser bike.