ÇILAXA – Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.
Meş li pêşiya saziya perwerdeyê ya navçeyê dest pê kir û di kolnên sereke yên navçeyê de geriya. Di meşê de pankartên “Qada asîmanî li ber êrişên dewleta Tirk bigirin” hatin vekirin û diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.
Paşê meş veguherî mêtîngê û deqeyeke rêz hate girtin, endamê rêveber ê Tevgera Xwendekaran Hogir Elî axivî, diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û ji bêdengiya navneteweyî sûdê digire û êrişan pêk tîne.
Hogir Elî diyar kir ku dewleta Tirk di şerê xwe yê taybet de di serî de ciwan û xwendekaran dike hedef da ku vîna civakê û rihê wê yê şoreşgerî bişkîne. Her wiha bang li ciwan û xwendekarên herêmê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin.
Di dawiya mêtîngê de diruşmeyên banga derketina dewleta Tirk ji Sûriyê hatin bezkirin.