NAVENDA NÛÇEYAN
Nûcan Serdoz
Berxwedêrek ji berxwedana Kobanê Bi navê Têkoşînê Dîler Gêncxemîs
Jina efsanewî ya Kurd û sembola xwededana Kobanê Arîn Mîrkane. Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû yekem derbeya mezin a ji bo şikandina DAIŞ’ê û rûxîna xelîfetiya wê.
Di berxwendana Kobanê de fermandar û pêşengên ku lehengiya wan bû sembola serkeftina berxwendan û tunekirina DAÎŞ’ê hebûn. Yek ji wan Arîn Mîrkan bû ku bi ruhê xwe û çalakiya xwe ya fedayî ji bo parastina Kobanê bû mertal û pêşî li pêşveçûna DAÎŞ’ê girt. Bi çalakiya xwe derbek mezin li DAÎŞ’ê da.
Bi gihaştina çeteyan ji Miştenûr re li nêzî bajarê Kobanê, şerên mezin di navbera şervanên YPG, YPJ’ê û çeteyên DAÎŞ`ê de rû dan. Di roja 5`ê Cortmeha 2014`an de dema şer di asta herî dijwar de bû, çeteyan texmîn dikir ku roja dawiyê ye û dê derbasî bajêr bibin. Piştî ku çeteyan hewl dan girê Miştenûr kontrol bikin, Arîn Mîrkan a ku di nav komek biçûk de li gir şer dikir, berê xwe da çeteyan û çalakiya fedayî di nav wan de pêk anî. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û tirs kete nav dilê wan. Piştre tekez bûn ku sûra bajêr veguheriya xelekek ji agir. Arîn û hevalên wê yên jin bi wê çalakiyê peyamek diyar da ku Kobanê ne ew bajarê biçûk e ku di çend saetan de dikarin kontrol bikin.
Fermandar Arîn Mîrkan berî şahadetê ji hevalên xwe re gotibû;” Hîn jinan gotina xwe ya dawî derbarê berxwedana Kobanê de nekirine. Em ê bi fedayî heta dawî li dijî çeteyan şer bikin û xwe radest nekin.” Em gotina Arîn Mîrkan bû sembola serkeftin û îradeya berxwedana jinê û şervanên Kurd ve.
Çalakiya fedayî ya ku Arîn Mîrkan pêk aniye bi lez di herêmê de deng veda, êdî hemû behsa wê dikin. Piştî çalakiyê berxwedan derbasî qonaxeke din bû û êdî berxwedan li Kobanê li hember çeteyên DAÎŞ`ê gihaşt guhên cîhanê. Lewra çavên hemû cîhanê veguherîn Kobanê û xetereya DAÎŞ`ê a li ser Rojhilata Navîn dîtin.
Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya destanî karî bala tevahiya cîhanê bikişîne ser berxwedana Kobanê û gel ji xetereya qirkirinê biparêze.
Piştî çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ku li girê Miştenûr ê Başûrê Rojhilatê Kobanê pêk aniye, her wiha berxwedana lehengiya fermandarên YPJ` ê ên weke Ozgur, Zehre Penaber, Hebûn Dêrik û Evîndar, şervanên YPJ`ê îspat kirin ku hêza jinên şerker dikare DAÎŞ`ê derxe û hemû pilanên wan vala derbixin. Jinan li Kobanê pêşengiya şerên serkeftina li dijî DAÎŞ`ê kir. Li vir xala destpêka bidawîkirina DAÎŞ`ê dest pê kir. Pê re jî bi pêşengiya jinên Sûriyê yên Bakur û Rojhilata Sûriyê pêşengiya şerên serkeftinê di rizgarkirina Reqayê û Baxozê kirin.
Di berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de ku bi navê Berxwedana Serdemê hate naskirin, di 28`ê Çileyê de fedayî Avêsta Xabûr li ser şopa azadiyê wekî Arîn Mîrkan, li dijî artêşa dagirker çalakiya fedayî pêk anî û bi vê çalakiyê tirs kire nava dilê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê.
Dilara Kêng (Arîn Mîrkan) li gundê Mîrkan an jî gundê Husê yê girêdayî navçeya Mabeta ya kantona Efrînê di 1992’an de ji dayîk bûye. Navê Dîlara ji navê şehîd Dîlara ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatiye girtin.
Arîn Mîrkan dibistana seretayî û navîn li gundê Mîrkan xwendiye, di her du pêvajoyan de serkeftî bû. Piştre di destpêka 2007’an de tevlî refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe. Bi destpêkirina şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê re beşdarî gelek çalakiyên nîştimanî dibe. Piştre tevlî refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe.
Qediya…