HEWLÊR – Li Hewlêrê dukandarên bazara Downtown dijî kirêya zêde ya dukanan nerazîbûn nîşandan û cadeya nava bazarê li trafîkê girtin.
Dukandarên li bazara Downtown a Hewlêrê li dijî giraniya kirêya dukanan çalakiyek nerazîbûnê li darxistin û cadeya nava bazarê li trafîkê girtin.
Dikandaran diyarkirin rûberê dukanên wan 25-28 metrene, lê kompanya Downtown kirêya 40 metrekareyan ji wan werdigre. Her wiha gotin, ji bo çareserkirina pirsgirêkê wan çend caran serdana walitî û qeymeqamtiya Hewlêrê kirine, lê bersiva wan nedane.
Dikandar diyar dikin kompanya navborî serê her metreyê 10 dolar kirê ji wan werdigre. Her wiha dan zanîn ev demeke xizmetguzariyên paqijiyê jî li nava wê bazarê hatine rawestandin.
Dikandaran diyarkirin heta aliyên peywendîdar daxwazên wan bi cihneyînin û pirsgirêkê çareser nekin, ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.