BERXWEDANA SEDSALÊ: KOBANÊ 1’ê Mijdar: Roja Cîhanî ya Berxwedana Kobanê
Di rizgarkirin û azadkirina Kobanê de serhildana li Bakurê Kurdistanê destpêkirî û li tevahiya cîhanê belavbûbû, xwedî roleke sereke bû.
Bi vê serhildanê AKP’ê hew dikarî bi awayekî vekirî piştgiriyê bide çeteyên DAIŞ’ê.
Hêzên navneteweyî bi tesîra vê serhildanê li dijî DAIŞ’ê ketin nava tevgerê.
Vê serhildanê wekî din sînorên bi peymanên Qesri Şirîn, Saykis Pîkot û Lozanê li ser Kurdistanê hatibûn ferzkirin, hatin bêwatekirin.
Ka em roj bi roj berê xwe bidin wê dîrokê:
2’yê Tîrmeha 2014’an çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişên li dijî Kobanê kirin.
15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAIŞ’ê ji bo Kobanê dagir bikin, ji 3 aliyan ve dest bi êrişan kirin.
Êriş di Cotmeha 2014’an de hilpekiyan navenda bajêr.
5’ê Cotmehê Arîn Mîrkan li Girê Miştenûrê bi çalakiyeke canbexşane rê li ber çeteyan girt.
Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li ser bihîstina çalakiyê, çalakî mezintirbûn.
6’ê Cotmehê di serî de Nisêbîn, Qoser, Amed, Batman, Bakurê Kurdistanê rabû ser piyan.
7’ê Cotmehê şefê faşîst Tayîp Erdogan li Dîlokê got, “Kobanê ket, wê bikeve.”
Heman rojê li seranserî Bakurê Kurdistanê gel serî hilda.
Polîs û eskerên dewleta Tirk nedikarîn ji baregeh û avahiyên xwe derkevin.
Li Ewropayê jî bi sedhezaran Kurdistanî şev û roj li qadan bûn.
Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên herî girseyî yên salên dawî hatin lidarxistin.
Ciwanên Kurd li Pirsûs, Nisêbîn û Cizîrê xwe li sînoran xistin û beşdarî Berxwedana Kobanê bûn.
10’ê Cotmehê xelkê Nisêbînê û yê Qamişlo sînorê dagirkeran ji holê rakirin.
Ji 6 heta 9’ê Cotmehê 43 welatparêz di Serhildana Kobanê de şehîd bûn û 2 hezar kes jî hatin girtin.
Bi serhildanê re êrişên DAIŞ’ê hatin şikandin û şervanan çete ji bajêr qewitandin.
26’ê Çileya 2015’an Kobanê bi temamî hat rizgarkirin.
Ji sala 2014‘an ve 1‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê tê naskirin. Di vê rojê de gelên cîhanî bûne yek û piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Sedsale ya Kobanê nîşan dan.
Di vê rojê de bi mîlyonan kes ji ol, mezheb û netewên cûda ku alên YPG û YPJ‘ê hildan û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê daketin kolanan. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgîn bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Xwepêşandêrên li tevahî cîhanê di vê rojê de daxuyanî dan û 1‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ragihandin.
Serkeftina li Kobanê xewn û xiyalên şefê rejîma tirk Erdogan jî têk bibin.
Ji bo tolê ji gelê kurd bigre, di bin navê doza Kobanê de li dijî 108 siyasetmedaran doz da vekirin.
Lê di dozê de sekna siyasetmedaran careke din rûyê wî yê qirêj teşhîr kir.
Dema ku keç û xortên leheng li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şerê sedsalê dikirin, li Bakurê Kurdistanê jî li ser sînorê Koban û Pîrsûsê bi mehan konên berxwedanê hatin vedan.
Di dema berxwedanê de rêber Abdullah Ocalan bi riya heyeta HDP’ê banga seferberiyê ji bo Kobanê kir.
Li ser banga Ocalan, berxwedana Kobanê derbasî qonaxeke nû bû.
Û bi hezaran ciwanên Kurdistanê têlên rêsayî yên sînorên dagirkeran jihev xistin û qefle bi qefle berê xwe cenga sedsalê.
Li Kurdistan, Tirkiye û her devera cîhanê, bi milyonan kes ji bo Kobanê rabûn ser piyan.
Vê berxwedana efsûnî devê hêzên cîhanî vekirî hişt û ji bo prestîja xwe winda nekin neçar man ku destekê bidin berxwedanê.
Şerê 134 rojan ya cenga sedsalê, temamê cîhanê bi xwe re mest kir û lewma jî li her devera cîhanê 1’ê Mijdarê weke roja Kobanê ya cîhanî hat qebûlkirin.