MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat pîrozkirin.
Bi dehan wesayît li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi konvoyekê dest bi pîrozbahiyê kirin. Di tura konvoyê de alên ku wêneyê Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û posterên lehengên berxwedana Kobanê li pêşiya erebeyan ve hatin daleqandin. Piştî tura konvoyê ya di nava wargehê de li gel li Navenda Çand û Hunera Mexmûr kom bûn. Li vir ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê Çîçek Orhan ve daxuyanî hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi boneya salvegera roja cîhane ya Kobanê em destpêkê de hemû Şehîdên Şoreşê û bi taybetî sembolên berxwedana şerê Kobanê Şehîd Arîn Mirkan, Şehîd Zehra Penaber, Şehîd Viyan Peyman, Şehîd Gelhat bi mînetdarî bibîrtînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Bajarê Kobanê bi şerê ku li wê derê hat meşandin buye Ronahî ji bo hemû kesên azadîxwaz, dewleta faşîst û qirker ê tirk tinekirina vê ji xwe re kiriye hedef.
Di pevajoya niha de îxaneta ku ji aliyê PDK ve tê meşandin, pêwîste em bi rihê berxwedana Kobanê tevbigerin. Terzê hevalan ku niha li Heremên Parastina Medya de, di Zap, Metina, Avaşîn û di tunelan de bi îradeyek mezin li hemberî teknikê dijmin û çekên kimyayî li ber xwe didin. Emê bi sekna wan hevalan li hemberî vî dewletî berxwebidin û bi vî terzê çalakiyên xwe bidominin.”
Piştî daxuyaniyê bi sînevîzyona ku li ser berxwedana Kobanê hatibû amadekirin hat nîşand.
Pîrozbahî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ bi dawî bû.