SİLÊMANÎ – Li Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîdê û ji bo danasîna îdeolojiya Rêber Apo jinên ciwan di tevgerê de ne.
Jinen Gencanî Tekoşan li Halepçeyê ji bo danasîna birdoziya Rêber APO pirtukxaneya gerok ya bi navê ‘Pirtukxaneya Gerok ya Reber Apo’ ve çalakiyeke afrîner pêk anîn.
Pirtûkxaneya Gerok ya Rêber Apo de Pirtûkên Rêberê Gelan hatin belav kirin û di derheqê rewşa Rêber Apo de agahiyên heyî hate dayîn û gelê herêmê hate agahdarkirin. Di pirtûkxaneyê de taybet belovokên ser azadıya Reber APO jî hatin belavkirin. Gel û ciwanên herêmê eleqeyeke mezin nîşanê Pirtûkxaneyê dan.
Dê ev pirtûkxane pêşerojê li navçeya giredayê Suleymani li Bazyan jî were gerandin û dûv re li Herema Şarezor jî berdewam bike.