MARSÎLYA – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyeke bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ku danê êvarê li ber gar a trenê ya Marsîlyayê li hev civiyan, flamayên ji wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û pankarteke mezin a bi nivîsa “Free Ocalan” hildan û meşale vêxistin.
Ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Liberte Pour Ocalan” û “A bas le Regime fachiste a Turquie” qîriyan.
Piştî saetekê jî daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Me her tim baweriya xwe bi azadiya Rêber Ocalan anîn. Heta ku ev yek pêk were em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em soz didin tevahiya gelê Kurdistanê. Her kes wê li Kurdistanê vegere û em ê bibin hevrêyên Rêber Ocalan. Weke aktîvîstên TCŞE’ê em ê her tim li her derê çalakiyan bikin. Heta ku bigihêjin Rêber Ocalan û Kurdistanê em ê li qada Ewropayê li ber xwe bidin, li ser piyan bin. Em bang li ciwanên xwe yên li Ewropayê dikin ku dakevin qadan. Roj roja azadiya Rêber Ocalan e.”