KOBANÊ – Di çarçoveya pêngava “Na ji koçberiyê re” de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Firatê semînerek bi sernavê “Em ê parastina welat û şoreşa xwe bikin” li dar xist. Tevgera ciwanan beriya demekê pêngava “Na ji koçberiyê re” li dijî diyardeya koçberiyê dabû destpêkirin ku pêşî li koçberiyê bigirin.
Semîner li Navenda Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kobanê bi beşdariya bi dehan ciwan û welatiyan hate orgenîzekirin
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Xunav Xelîl semîner da û tê de îşaret bi kiryarên dijminan kir û got: “Dijmin hewl dide civakê parçe dike û şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Kobanê bi taybet bide koçberkirin.”
Derbarê hedefgirtina ciwanên Kobanê de Xunav Xelîl wiha domand: “Dewleta Tirk di demên dawî de bi rêya şerê taybet û belavkirina diyardeya koçberiyê ciwanan hedef digire. Ji ber ku di şerê xwe yê li dijî gelê herêmê ku destpêkê bi rêya DAIŞ`ê pêk dianî, bi bin ket, piştre rasterast destwerdana herêmê kir. Lê dîsa jî nekarî vîna gel têk bibe, ji lewma bi rêya şerê taybet hewl dide tola xwe ji bajarê Kobanê hilîne û daxwaza xwe bi cih bîne.”
Xunav Xelîl bal kişand ser rêbazên şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê bi kar tîne û wiha pê de çû: “Di serî de li dijî ciwanan bi kar tine, ji ber ku ew dînamîk û avakerên civakê ne. Her wiha dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike û sivîlan hedef digire da ku tirsê bixe nav welatiyan û wan ji herêmê bide koçberkirin.”
Xunav Xelîl û beşdaran di dawiya semînerê de îşaret bi girîngiya sekna li dijî şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê dide meşandin, kir. Di heman demê de îşaret bi girîngiya têkbirina planên dagirkeran kir, ev jî bi rêya perwerdekirina welatiyan nexasim ciwanan misoger dibe.
Tê payîn Desteya Ciwanan û Werzîşê di çarçoveya pênava “Na ji koçeriyê re” de li Kobanê semîner û çalakiyên din li dar bixe.