NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Sala 2002’yan Erdogan wekî niha dîsa serokê AKP’ê bû, serokwezîrê Tirkiyê jî Bulent Ecevît bû. Wê demê AKP hê nebûbû desthilatdar. Gulana wê salê, Erdogan li ser rewşa tendurustiya Ecevît axivî û tiştek nema jê re negot. Ji bo Ecevît digot, divê êdî dev ji serokwezîrtiyê berde, lewma nexweş e û nikare bi rê ve bibe. Her wiha qala rewşa giştî ya Tirkiyê dikir û ji vê rewşa xerab, Ecevît berpirsiyar nîşan dida.
Ji bo vê yekê jî bang dikir da ku hilbijartineke beriya wextê xwe bibe. Piştî vê axaftinê bi şeş mehan, hilbijartin çêbûn û partiya Erdogan bû desthilatdar. Ji wê demê heta niha, Erdogan û partiya xwe li ser desthilatdariyê ne. Vê desthilatdariya wan jî di nava 19 salan de felaketên mezin anî serê Tirkiyê. Ne tenê Tirkiye, welatên derdora xwe jî wêran kirin. Ji Sûrî heta Iraq, Efxanistan û Lîbyayê gelek dever dagir kirin û bûn sedema koçberiya bi milyonan mirovî.
Dewran geriya û roj hat, niha Erdogan ketiye rewşa Ecevît. Ew jî êdî nema kare bimeşe. Çend dîmenên wî hatin dîtin, û ji wan dîmenan xuya dike ku rewşa wî ya tendurustiyê ne baş e. Rewşa wî ya xerab jî bandorê li her kesî dike. Ji ber vê yekê ye, nema dizane çi dibêje. Di rewşeke wiha de wê çawa bikeve hilbijartinê û bibe namzetê serokomariyê, ew jî nayê zanîn. Ji ber ku gelek nîqaş hene û tê gotin, Erdogan wê nikaribe bikeve hilbijartinê.
Erdogan ê ku beriya 19 salan ji bo Ecevît ew gotin bikaranîn, tê bîra wî gelo? Bawer nakim werin bîra wî. Ji ber ku gotinên wî yên rojekê jî hev nagirin. Nexweşiya Erdogan ne ya niha ye. Ji roja ku hatiye ser desthilatdariyê ve nexweş e. Kesekî nexweş wê çawa welatekî bi rê ve bibe? Îro li Tirkiyê rewşa aborî li erdê sekiniye. Kes nema dikare debara xwe bike. Feqîr gelekî feqîr bûne û dewlemend jî gelekî dewlemend bûne. Kesekî rewşa wî normal nemaye. Ji ber nexweşiya Erdogan, bi deh hezaran kes ji Tirkiyê reviyan û li welatên Ewrûpayê bûn penaber. Ji akademîsyenan heta rojnamevan û rewşenbîran gelek kesan para xwe ji nexweşiya Erdogan girt.
Kesekî bi aqil bûya, ew welat nedikir dojeh. Lê tevî nexweşiya xwe, ev 19 sal in li ser desthilatdariyê ye û pergaleke faşîzan ava kir. Li girtîgehan cih nemaye. Bi sed hezaran girtî hene û yên li derve jî di heman rewşê de ne. Kesên Erdogan rexne dikin, têne girtin û binçavkirin. Herî dawî me dît ku dayikeke 96 salî ceza kirin. Ji ber çi? Ji ber ku qaşo heqaret li Erdogan kiriye.
Îro heqareta herî mezin Erdogan li civakê dike, lê dadger û dozgerek tineye ku dozê lê veke. Kesên ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehan de ne, hejmara wan ji deh hezaran dibihure. Yên tacîzkar û tecawuzkar jî li derve digerin. Erdogan bi şev û roj radibe dibêje, ez ê vê derê dagir bikim û kes dengê xwe lê nake. Ma ev ne heqaret e gelo?
Ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve qeyraneke mezin li Tirkiyê heye û sedema vê jî Erdogan bi xwe ye. Çi xerabiyek hebe li Tirkiyê û welatên derdora xwe pêk anîn. Xerakirina bajarên Kurdan, bikaranîna çekên kîmyewî, komkujî, talan û dizî kirin. Ji ber van sûcan divê were dadgehkirin. Nexweşiya wî çi dibe bila bibe, divê hesab jê were xwestin. Destê Erdogan di xwîna bi hezaran kesî de heye. Ew bûye sedem ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe bibin. Dîktatorekî ew çend nexweş, çawa dikare hesab nede û biçe. Kes nemaye ku para xwe ji zilma wî negirtiye. Di rewşeke wiha de kes nikare bêje, nexweş e û dev jê berde.
Nexweşiya wî nabe sedem ku were efûkirin. Îro li meydanê sûcên wî hene û divê kes dev jê bernede. Hindik maye ku dawî li dîktatoriya wî were. Îro em dibînin ku ji her alî ve xitimiye û ev têkçûna wî di bedena wî de jî xuya dike. Derba xwe ya dawî jî wê ji berxwedêran bixwe. Bila kes xwe sist neke. Bi salan e yên ku li dijî faşîzma wî li ber xwe didin, hene. Çendekî din jî li ber xwe bidin, wê dîktatorekî din jî biçe.