HELEB – Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Di meşê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî hate şermezarkirin.
Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Werin cenga azadiyê” hatin rakirin.
Xwepêşendêr li gelek kolanên taxa Şêxmeqsûd meşiyan û diruşmeyên xurtkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk û piştgiriya berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin.
Meş li nêzî avahiya Meclisa Şehîd Gelhat a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Tevgera Jinên Ciwan Zekiye Mistefa axivî, banga hevgirtinê ji bo parastina gel ji şerên domdar ên li Rojhilata Navîn û destkeftiyên şoreşa Rojava kir.
Zekiye Mistefa îşaret bi berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: “6 in gerîlayên azadiyê li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke lehengî raber dikin. Ev berxwedanî dewleta Tirk bêçare kir, ji ber vê yekê hemû cûre çek, di nav de yên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.”
Zekiye Mistefa destnîşan kir ku xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê dê di rûpelên reş ên dîrokê de were tomarkirin ku li Xelîfanê biyarên xwe şehîd xistin û piştgiriya dagirkeriya Tirk kir.
Zekiye Mistefa wiha domand: “Dewleta Tirk bi armanca tunekirina kurdan gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Divê hemû azadîxwaz li hemberî van êrişan bibin yek û hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.”
Endama Tevgera Jinên Ciwan Zekiye Mistefa got, divê azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were “Ji ber ku kilîtên çareseriya giştî ya Rojhilata Navîn di azadkirina rêber Abdullah Ocalan de ne.”
Mitîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û banga xurtkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.
(şx)