“Mirov dikare bi dualiteyeke wek malbatên ku li pêş saziya HDP ê zarokên xwe digerin an malbatên ku zarokên xwe derdixin bazarê dest bi mijarê bike.
Ev çalakiya ku qaşo jêre nobeta zorakan tê gotin, wek têzanîn ku ceribandinên wî yên yekemin li pêş saziya HDP ê bi runiştina malbatekî hate destpê kirin û diroka wî heya sala 2014 an diçe. Ev jî pir baş tê zanaîn ku organîzasyonek bi destê dewletê hatî rêxistin kirine.
Ev dij çalakiya ku li pêş Şaredariya Mezin a Amedê liser çend malbatan hate rêxsitin kirin, di sala 2014 an de bê encam ma û dev jê hate berdan. Ev dij çalakî piştre di sala 2019 an de ji nûve bi awayek sîstematîk bi rêya çend malbatên din hate rêxistin kirin.
Di bajar û mertopolên Tirkiyê û Kurdistanê de malbatên ku zarokên wan li çiyane tevahiya derfetên polîs, îstîxbarat û sazîbûnên dewletê ji bo vê rewşê seferber kirin û van malbatan bi destê dewletê şandina li pêş saziyên HDP’ê îro pir eşkere tê zanîn. Ev çalakiyên ku liser malbatên gerilayan wek zext tên sepandin re eleqeyek zêde nîşan nedayîna malbatan jî nîşaneya sekneke bi rûmete.
Ji aliyê dewletê ve xizmên gerilayan ku di dereceya sêyemîn de nêzî wanin re jî teklîfa vê nobeta îxanetê kirin û ruxmî vî jî bi hejmarek pir kêm tevlêbûna vê çalakiyê dema pêş çav were girtin, rastiya bi hezaran malbatên gerîlayan ku rêya zarokên xwe ya rûmetê hilbijartine bi awayek bê guman derdikeve li holê.
Dewleta ku nikaribû di rastiyê de malbatên gerilayan li pêş saziyên HDP’ê kom bike, kesên ku eleqeya xwe bi malbatên gerîla re nîne komkirin û wan li wir dayîna runiştandin rewşa wan ya trajî komîk dide nîşandan. Ji malbatên ku ji bo birayê hevjînê xwe hatiye bigire heya malbatên ku zarokê wan di 6 saliya xwe de di avê de fetisiye û ev jî di sazî û belgeyên fermî yên dewletê de hatine tescîl kirin ku piştî salan li pêş saziya HDP’ ê zarokê xwe digere, bavekî îşkencekar û tecawîzkar ku bi carekî de zorêkê xwe tîne bîra xwe û lê digere; bûyerên bi vê şeklê ji niha ve wek pêkanînên dewletê yên sosret ketine rûpelên dîrokê.
Hetta ev kar ewqas hate bê cîddiyet kirin ku birayê serokê partiya muxaletet a CHP’ê jî hate rewşeke ku birayê xwe ji HDP’ ê bixwaze. Ev partiya ku ji avabûna xwe heya roja îro nedihate qebûl kirin, ji wezîrên faşist heya serokê partiyên cuda cuda dîsa kesên ku dixwazin xwe li pêş çavê dewletê şîrîn bidin nîşandan re bûye wek deriyeke ku çareseriyê lê digerin.
Ji kesên qaşo hûnermend heya nivîskaran, ji siyasetmedaran heya dizan her kes deriyê HDP ya Amedê ku ji xwe re kirine wek deriyê vebûyîna dewletê, ango tenê malbatên gerila li wir tinene. Ew malbatên ku di rastiya xwe de malbatên gerîla ne ew malbatên ku derbasê hundur dibin û cihê xwe di rêya rûmetê de cîh digrin in.”