DIHOK – Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundekî bajaroka Sersing a girêdayî Dihokê bombebaran kirin.
Êrişên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê didomin. Duh derengiya şevê balafirên dewleta Tirk gundê Eredena ya girêdayî bajaroka Sersing a serbi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.
Devera hatî bombebarankirin nêzî Çiyayê Metînaye, têkildarî ziyanan heta niha zanyarî bi dest neketine.