NAVENDA NÛÇEYAN – Nav pir in û rû hatin guhartin, lê sûc û binpêkirin heman in ku bi rêbazên cihêreng li dijî şêniyên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî pêk tên.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji dema dagirkirina Efrînê ve di 18’ê Adara 2018’an de û koçberkirina piranî şêniyên wê ber bi Şehbayê ve, sûc û binpêkirinên hovane li dijî sivîlên mane bênavber didomînin.
Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û herêmî bi sedan sûcên li dijî şêniyên Efrînê yên resen belge kirin, rola dezgehên çapemeniyê jî di belgekirina sûcan de diyar bû.
Çîrokeke nû ya revandin û îşkenceya li ciwanekî li lîsteya sûcên dagirkeran zêde dibe.
Di vê çîrokê de hûrgiliyên bibandor û tirs ku ciwanê ji şêniyên Efrînê di dirêjahiya 3 sal û 8 mehan de tê re derbas bûbû wê werin eşkerekirin.
Ew ciwan ji aliyê destê MIT’a Tirk ve di gelek îşkenceyan re derbas dibe. Her wiha diyar dke ku ji ber îşkenceyên giran û sûcên derexlaqî du jinan agir bi canê xwe dixistin û bi dehan ji ber îşkenceya giran, bêxwarin û nexweşiyên di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest da.
27 ROJAN DI GÎRTÎGEHA MIT’A TIRK A KILISÊ DE
B.H (25) ji şêniyên Efrîna dagirkirî ye û ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir. B.H diyar kir ku piştî dagirkirina kantona Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de, bi çend rojan çeteyên Sultan Murd bi tawana ku şervanê YPG’ê wî ji naverasta bajarê Efrînê direvînin
B.H wiha domand: “Çeteyên Furqet Sultan Murat ez birim navenda îstixbarata Tirk wan jî destpêkê ez birim gundê Hewar Kilis ê girêdayî navçeya Soran a herêma Ezazê ya ser bi sînorê Tirkiyê-Sûriyê ve, dûvre ez veguhastim navenda îstixbarata Tirk a li Kilisê.”
B.H destnîşan kir ku kesên girêdayî îstixbarata Tirk di odeya lêpirsînê ya tarî de hebûn, têkilî di navbera wan û efserên lêpirsîner de hebûn, pirs û bersiv werdigerandin.
B.H da zanîn ku efserên MIT’a Tirk her tim pirsên dikirin dubare dikirin û digotin: “Fermandarên wê kî ne? Navên wan çi ne? hevalên te yên ji Efrînê ji YPG’ê re dixebitin kî ne? Sîfeta te di nava YPG’ê de çi ye? Lê dema min bersiv dida ku ez welatiyekî normal û sivîl im, karesat çêdibû.”
B.H wiha pê de çû: “Dema min digot ez sivîl im, min nizanî ji ku ve li min didin. Gotina min a sivîl im û têkiliya min bi tiştekî tune ye ji wan re weke ku ez terorîst bûm.”
B.H 27 li ser rojên ku li girtîgeha Kilisê derbas kirine, wiha parve dike: “Tevahî cureyên îşkenceya giran li min dikirin. Ez kehrebe dikirim, dev û pozê min tijî av dikir da ku bixeniqim, ez bi bilengo ve dadilqandin û bi saetan ez daliqandî dihiştim. Wê jî hişt di milê xwe yê rastê de astendar bibim.”
B.H piştî 27 rojan li Kilisê li gel MIT’a Tirk dimîne, îşkence û lêpirsînên bêencam, ji saziya îstixbaratê ya çeteyên Sultan Murat re tê veguhastin, wî dibin girtîgeha bi navê Furqan a li bajarokê Raî yê herêma Ezazê. Bi wê re pêvajoyeke nû ya îşkenceyan dest pê dike.
B.H da zanîn ku berpirsê yekem ê girtîgeha Furqan, Ebû Furqan e ku ji tirkmenên gundê Dodiyan a girêdayî bajarê Babê yê dagirkirî yê bakurê Helebê ye û wiha tîne ziman: “Salekê di hucreyeke biçûk de mam ku mirov nikare tê de nefesê bikişîne, rêbazên nû yên îşkenceya bedenî afrandin. Piştî 3 sal û du mehan min ronî dît.”
B.H wiha axaftina xwe bi bîrxistina dîmena tirs bedewam kir: “El-Exder El-Îbrahîmê xertûmekî hişk e, ji wê zêdetir jî daliqandina bi bilengo parçeyek ji jiyana rojane ya girtîgehê bû.”
B.H navên du çeteyên ku îşkence lê dikir bi bîr xistin û wiha pê de çû: “Bekar Ebû Ebdo û Hisên bûn, di dema îşkenceyê de digotin tu çima tev li partiyê bûye? Çima tu nehat gel me û tev li artêşa azad nebû? Ji wê zêdetir heqaret û gotinên nebaş jê re digotin.”
B.H da got, di îşkenceyê de çeteyan destî wê yê çepê şikandin.
B.H teqez kir ku 10 welatiyan piştî salek di hucreyê de jiyana xwe ji dest da.
B.H eşkere kir ku ji ber îşkenceya giran, belavûbna nexweşî, qirêjî û bêhna şilahiyê, xwarina kêm û jiyan di jêrzemînan de, sivîlên revandî jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Piranî sivîlên revandî yên jiyana xwe ji dest daye, ji ber nexweşiya sil bûn ku nedihatin dermankirin. Lê dema wan rewşa xwe eşkere dikirin, berpirsên girtîgehê ji wan re digot; hûn derewan dikin ji bo ku em we ji girtîgehê derxin, lê hûn ê heta mirinê di vir de bin. Dema piştî jiyana xwe ji dest didan nû bawer dikirin ku rewşa wan nebaş bû.”
Li ser xwarinê jî, B.H diyar kir ku xwarina komek ji 5 revandiyan di her 24 saetan de tenê parçeyek nanê kufikî, 3 lib zeytûn, zeter bê zeyt û hêkek kelandî ji tevahî komê re, bû.
B.H li axaftina xwe wiha zêde kir: “Di dirêjahiya 3 sal û 2 mehan de min carekê tenê çayê vexwariye, ew jî di çaydanekî mezin de bû ku bêhna genî jê dihat.”
Her wiha got, di dirêjahiya 2 salan de bê nivîn xew dikir û di havîn û zivistanê de bi ava sar xwe dişûşt.
B.H têkildarî nakokiyên dagirkeran di pratîk û gotinan de wiha got: “Tevî berbelavbûna nexweşî û bêhna genî ya di girtîgehê de, komek îstîxbarata Tirk dihat û pirsa rewşa me dikir û digot; ya herî girîng parastina paqijiya giştî û bedenî bikin û xwe ji nexweşiyan biparêzin.”
‛DU JINÊN CIWAN XWE ŞEWITANDIN’
B.H da zanîn ku li kêleka hucreya wan hucreyeke din hebû ku tê de 35 jinên Kurd ên ji Efrînê bûn û ev jin ji aliyê çeteyên Sultan Murat revandibûn.
B.H destnîşan kir ku çeteyan sûc û tevahî cureyên îşkenceyê li dijî wan dimeşandin û ji ber îşkenceyê qêrîn ber bi girtîgehê diket û ev tişt got: “Ji ber sûcên derexlaqî yên çeteyan du jinan agir bi canê xwe xist. Di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da û ya din jî rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê û hîna aqûbeta wê ne diyar e. Çeteyan bi şevê diçûn hucreya jinan û bi saetên dirêj rûdiniştin, xwarin jî bi xwe re dibirin da ji jinan şantaj bikin.”
Piştî 3 sal û 2 meh di ser revandinê re derbas dibin, çete ji bo serbestberdana wî 10 hezar dolarên amerîkî jê dixwazin, piştî danûstandinan li ser 8 mîlyon lîreyên sûrî li hev dikin ku bide wan. Li ser vê yekê wî ji girîgeha Raî sewqî navenda lêkolînên leşkerî ya çeteyên Cebha El-Şamiya ya li gundê Qitme yê Şerayê dikin.
B.H destnîşan kir ku çeteyên Cebhet El-Şamiyê bi serkêşiya Beşar û alîgirê wî Ebû Ebdo ji wî re got: “Me alîkariya te kir û me tu ji girtîgehê derxist. Tu ji hêla komeke artêşa Azad ve di dema rizgarkirina Efrînê de hatibû revandin.” Piştre B.H sewqî dadgeha leşkerî ya li Ezazê li gel çeteyên Cemal El-Eşqer dikin da ku pê re lêpirsîn bikin û li wir 4 mehan dimîne û piştre wî dişînin girtîgeha Maratê ya berê ya li ser rêya gundê Maratê yê girêdayî navenda Efrînê ya dagirkirî.
B.H nêzî 5 mehan di girtîgeha Maratê de dimîne, piştre li beramberî 3 hezar dolar û 200 lîreya tirkî tê berdan.
Piştî B.H ji girtîgehê derdikeve, nêzî 21 rojan li Efrînê dimîne. B.H dibêje, ji ber binesaziya Efrînê hatiye guhartin Efrînê bûye bajarekî tirkî, lîreya tirkî li sûkan tê bikaranîn û lîreya sûrî qedexe ye.
B.H ji nêzî hefteyekê ve ji Efrînê reviya û niha li gundekî Şehbayê bi cih bûye.