ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan ya Efrînê Di bin duruşmeya “Bi berxwedaniya jinên ciwan emê serkftina gerîla misoger bikin” de meşiyan.
Îro li Şehbayê bi pêşengtiya jinên ciwan yên Efrînê meşek hat hat li darxistin. Meşê li Navenda Yekîtiya Jinên Ciwan ya Fafînê destpê kir. Bi sedan jinên ciwan û şêniyên herêmê tevlî meşê bûn.
Meşa ku ji bo êrîşên li ser gerîla û berxwedaniya ku li çiyan hat kirin bi deqeyekê rêzgirtinê ve dest pêkir.
Her wiha li ser navê jinên ciwan Sîdra Mihemed daxweyanî xwend û da diyar kirin ku berxwedaniya gerîla ve şerekî dîrokî tê meşandin. Sîdra Mihemed diyar kir ku ew wek jinên ciwan amadene ku li gel gerîla cihên xwe yê dîrokî bigrin û li dijî dagirkeriyê şer bikin.
Meş bi siloganên “bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.