QAMIŞLO – Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi armanca nîqaşkirina rola ciwanan di parastina cewherî li hemberî şerê taybet û êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker de civînek li dar xist. Endamên nivîsgehên ciwanan ên partî û tevgerên siyasî yên herêma Cizîrê tev li civînê bûn.
Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Civîn ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Telal Asî, endamê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Zehredîn Reşîd û Hevseroka Yekitiya Ciwanên Suryan Meryana Îsa ve hate birêveberin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Giştî ya Ciwanên Sûriya Demokratîk Telal Asî behsa rêbazên şerê taybet kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê dimeşîne û got, armanca sereke ya hêzên kapîtalîst ji şerê taybet ew e ku desthilata xwe li ser civakê ferz bikin.
Endamê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Zehredîn Reşîd jî diyar kir ku pêvajoya heyî hestiyar û gelekî girîng e, “ji ber vê yekê nîqasên girêdayî çawaniya pêkanîna parastina cewherî li hemberî hemû cureyên şer ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne pêwîst in.”
Reşîd da zanîn ku hêzên kapîtalîst bi rêya şerê tayet dixwazin piskolojiya welatiyan xirab bikin û wan ji çand û rihê berxwedanê dûr bixin û wiha domand: “Tirkiyê navenda birêvebirina şerê taybet li Rojhilata Navîn e, ji ber dem bi dem rêbazên şer diguhere. Di demên dawî de bi dronan êrişî herêmê kir da ku şêniyan bitirsîne.”
Zehredîn Reşîd girîngiya berxwedana gel destnîşan kir ku û wiha got: “Kilîta serkeftinê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana gel e. Parastina cewhetî û şerê gelê şoreşger rêya yekane ya bersivdayîna êrişên li ser hermê û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.”
Reşîd di berdewama axaftina xwe de îşaret b rola ciwanan di şoreşa de kir û wiha pê de çû: “Di dîrokê de rola ciwanan di şoreşan de mezin e, ciwan enerjî û dînamîka şoreşê ne, ji ber vê yekê divê tevahî ciwanên herêmê rola xwe di vî warê de bilîzin. Em bi hêz û berxwedana ciwanên xwe bawer in ku dikarin bersiva êrişên fikirî û leşkerî bidin û destekê bidin şervanên QSD.”
Endamê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Zehredîn Reşîd bang li gelê herêmê kir ku li hemberî êrişên muhtemel ên Tirkiyê amade bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li hemberî van gef û êrişan divê em baş amade bin, li hemberî dijminê Tirk bisekinin da ku karibin serkeftinê pêk bînin û dagirkeran ji herêmên xwe derxînin.”
Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, girîngiya ku ciwanên herêmê parastina cewherî pêk bînin û destekê bidin QSD’ê destnîşan kirin.