SILÊMANÎ – Pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê bû û hejmarek pirtûkên bêberamber hatin parvekirin.
Pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan vê êvarê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer li bazara navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê bû û hejmarek pirtûkên bêberamber hatin parvekirin.
Şanû Mihemed ku yek ji encama çalakiyê bû ji Rojnews’ê re got: “Di roja 9’ê Cotmehê de, bi boneya komploya navneteweyî ya di dijî Rêber Apo her sal çalakiyan dikin. Îsal jî me dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kir. Em pirtûkên Rêber Ocalan parve dikin. Ji aliyê xelkê ve tê pêşwazîkirin.”
Şanû Mihemed eşkere kir ku heta niha ev çalakî li Helebce û Bazyan ji kirine û wê rojên bên pirtûkxaney gerok bibin Pênciwên û Kelarê jî.
Hewar Mihemed ê serdana pirtûkxaneyê kir ji Rojnews’ê re got: “Destxweşiyê li Jinên Ciwanên Têkoşer dikim. Ev projeya wan gelek başe. Bi taybet ji bo wanên girîngiyê didin xwendinê gelek başe ku bêberamber pirtûk tên dayîn.”