HESEKÊ – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî operasyonê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Fermandariyê di daxuyaniyê de got: “Piştî agahî ketin destê hêzên me ku şaneyeke terorîst a girêdayî rêxistina DAIŞ’ê li Dêrazorê plana êrişekê li dijî girtîgeha Sîna ya li Hesekê dike, HAT’ê yên herêma Cizîrê bi piştevaniya Kaolîsyona Navneteweyî lêkolîn dan destpêkirin û cihê şaneyê yê ku di navbera herêmên Mekemen û Ebû Xeşeb ên li herêma Dêrazorê de diyar kirin. Li ser vê yekê operasyonek di vê berbangê de li dijî şaneyê pêk anî.”
Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Di navbera hêzên me û terorîstan de şerekî dijwar çêbû û di encamê de çeteyek ji wan hate kuştin û yek birîndar bû û 4 jî hatin girtin. Her wiha erebeyeke Toyota, erebeyeke bombebarkirî ya Kia bi cureya 4000 ji hêla balafirên koalîsyonê ve hatin girtin. Di nuqteya şaneyê de gelek çek hatin girtin.”
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev çek ji bo êrişê hatibûn amadekirin:
Qilêş; 27
BKC; 2
RBG; 1
Rokêtên RBG; 42
Heşweyên RBG; 30
mayîn; 11
bombeyên êrişê; 62
Rextên leşkerî; 35
çenteyên avê; 51
Cercûrên BKC; 3
Guleyên Qilêş; 6 hezar 55
Guleyên BKS; 4 hezar 960
Cercûrên qilêş; 195
Fermandariya giştî wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê ji gelê xwe re teqez dikin em di xebatên xwe yên ewlehî û mirovî de berdewam in û dê hêzên me şerê her cureyên terorê û kesên piştevaniya wan dikin, bike. Em ê ji gel û welatê xwe re bibin mertal û li pêşiya her kesên hewl didin ewlehî û aştiya gelê me bin pê bikin, bisekinin.”