QAMIŞLO – Jinên Ciwan li dijî gefên Dewleta Tirk di tevgerê de ne. Ciwakê re pêşengtiya Şoreşa zîhnî heta xweparastina cewheri di her alîde li Rojavayê Kurdistanê asta pêşengtiyê de rola xwe dilîzin.
Di vê çarçovê de Jinên Ciwan li Qamişloyê perwerda xweparastinê ya çek pêk anî. Gelek jinên ciwan tevlê vê perwerdê bû û hestên xwe anîn li ser ziman.
Navê min Nisrîn Yûnês ji bajarê Abirê me. Ez fakulteya wêjeya kurdî dixwînim. Em weke jinên ciwan nahêlin ku gelê em were tune kirine. Dijmin hertim dixwaze me tune bike. Bi siyaseta ku dewleta Tirk dide meşandin dixwaze gelê me bixwe nava metirsiyekê. Armnaca wan jî hertim tunekirina gelê kurde. Em jî bang li gelê xwe dikin ku Yekbûnekê ava bikin û ji desthildarî û qirkirna gelê kurde re bêjin na. Dewleta Tirk dixwaze çand, ziman û dîroka me tune bike, lê em rê nadin ku dewleta Tirk wisa bike. Em wî şermezar û lanet dikin
Navê min Lava Ezîz Dawûd, ez xwandekarê zanîngeha Rojava me. Ez êrîşên dewleta dagirker ya Tirk ên li ser Rojava şermezar dikim. Dema ku êrîş li ser welatê me çêbibe em jî divê dakevin qadan û xwe biparêzin. Ji ku ev erkeke li ser milê me hemûyan. Divê em Hêza xwe ya parastinê avabikin. Û em welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin.
Navê min Zehra ye ez ji bajarê Qamişlo me, Xebatê jinên Ciwan dikim. Em hatine vê derê ji bo ku em fêrî çek bibin. Ji ber ku çek ne tenê ya zilame. Armanca em ewe ku em welatê xwe li hember dijmin biparêzin.