BEHDÎNAN – Her rêbaza têkoşînê ya li dijî faşîzmê hatiye pêşxistin girîng e. Lê rêbaza pêşeng a têkoşîna li dijî faşîzmê şer e. Yên vî şerî geş bikin û berfireh bikin, faşîzmê têk bibin û têkoşînê bimeşînin jî ciwan û jinên ciwan in.
Dewleta Tirk a dagirker îro ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, her cihê ku Kurd lê dijîn, bi êrîşên hovane dixwaze gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike. Lê artêşa barbar ku ji îşkence, îstîsmar, destavêtin heta bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên azadiyê, her cure rêbazên hovane diceriband, bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan rastî berxwedaneke dîrokî hat. Ev berxwedana dîrokî careke din bazdana bi hezaran ciwanan a ber bi azadiyê ve ye.
Li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, ciwan û jinên ciwan berê xwe didin çiyayên azadiyê, berxwedana li dijî faşîzmê mezin dikin. Ciwanên Bakurê Kurdistanê ku yek ji qadên herî girîng ên têkoşînê ye, ragihandin ku tevlî nava refên PKK ê bûne.
Daxuyaniya ciwanan bi tevahî wiha ye:
“Gelê me yê welatparêzên hêja;
Û ciwanên ku ruhê xwe ji Mazluman, Kemal, Alî Çîçek û Sarayan digrin ên Kurdistanê;
Dewleta Tirk a dagirker, qirker, faşîst, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û qatilê xwînmij Erdogan ku serokê wê ye, şerê qirkirina gelê Kurd didomîne. Ji ber vê sedemê ye ku her roj gelê me û axên bihiştê yên welatê me, her cure polîtîkayên şerê taybet, wêrankirin, kuştinê rewa ye; sîyaseta xwe maqûl dibîne; her cure mirinê mubah dibîne. Bi tonan bombe û gazên kîmyayî li ser her metre çargoşeya Kurdistanê de bikaranînê re yek kêliyek jî dudilî nabe.
Ew tenê mirin, qirkirin, şewitandin û wêrankirina av, ax, xweza, can, mal, ciwan, jin û welatê Kurdan layiqî mirinê dibîne. Kujer Erdogan bi xwîna ciwanên Kurd ên birûmet xwar bûye Dehakê serdemê .Îro banga me ji bo ciwanên birûmet û leheng ên Kurdistanê ye.
Êdî dem hatiye ku bi tevlîbûna pêngava “Dem Dema Azadiye û Werîn Cenga Azadiyê” tola xwe ji T.C ya faşîst û çeteyên wê yên kontrayan hilînin. Îro dema misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me Rêber Apo ye ku 23 sal in di destê dewleta Tirk a qirker, dagirker, faşîst de ye.
Li dijî qatilê xwînmij Erdoganê ku hewl dide xwîna gelê Kurd ê birûmet û ciwanên Kurdistanê yên serhildanê bixwin, dem hatiye ku em bibin Kawa ye hesinkar.
Dem dema rawestandina zihniyet û çeteyên wê ye ku hewl didin gund, tax û kolanên me bikin tiryak, qumar, hêlînên fuhûşê û zozanan, zarok û ciwanên gelê me bi jehrê dixin û bi rijandina mêjiyê wan dikin ajan. .
Li dijî êrîşên qirker, dagirker, faşîst ên dewleta Tirk, çeteyên hevkar û kontra yên ku her roj gund, bajarok, bajar, ax û gelê me bombe dikin, dixwazin çiyayên me yên pîroz, welatê me, gelê me bişewitînin û qir bikin, em bibin xwedî tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê û em bibin gerîlayên Kurd ên azad û bi rûmet, parastina nirxên xwe bikin.
Ji Bakur heta Başûr, ji Rojava heta Rojhilata Navîn erk û nîşana me ciwanên Kurdistanê ye ku em her bostek ji ax û nirxên welatê xwe yê Kurdistanê biparêzin, tola êş û azarên bi sedsalan li ser gelê me hatine kişandin, hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe misoger bikin. Tolhildan heqîqeta ku hesret û daxwazên gelê Kurd di xwe de dihewîne û Nûrî Dêrsimî di wesiyeta xwe de ji ciwanên Kurd re aniye ziman.
Ji bo ku ciwan û jinên leheng ên Kurdistanê dawî li dagirkerî, kolonyalîzm û faşîzma Komara Tirkiyeyê bînin, çiya û deştên me li benda me ne.
Em; Dizanin ku komkujî, qirkirin, hevkarî û jiyana koledar ne qedera gel û ciwanên Kurde û em vê jiyanê red dikin. Dem hatiye ku em li ser esasê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe bi pêşengiya gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê, tevlî têkoşîna dîrokî bibin û vê têkoşîna bi rûmet bigihînin serkeftinê.
Bi vê zanebûnê em di çarçoveya pêngava ‘werin cenga azadiyê’ de tevlî gerîla dibin û li çiyayên azad gerîlatiyê dikin û li ser rêya ku şehîdên xwe ronî kirine, têkoşîn, berxwedan û azadiyê bi serketinê tacîdar dikin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û ciwanên Kurd ên bi rûmet dikin ku bi hişmendiya berpirsyariyên xwe yên dîrokî berê xwe bidin gerîla û xwedî li vê berxwedana dîrokî derkevin.”