MINBIC – Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: “Li bajarê Minbicê li bendeke kontrolê guman li ser erebeyekê hebûn, li ser vê yekê yekser erebe hate sekinandin. Dema kontrolkirina erebeyê, YAT’ê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê 3 çete ji şaneyên DAIŞ’ê ku di nava kelûpelan de xwe veşartibûn, dîtin. Ew û ajokarê erebeyê girtin û veguhestin aliyên têkildar ku tedbîrên guncaw bigirin.”