BEHDÎNAN – Rêbaza sereke ya têkoşîna li dijî faşîzmê; şer e. Yên kû vî şerî pêş bixin, mezin bikin û faşîzmê têk bibin jî pêşengiya têkoşînê bikin jî ji bilî ciwan û jinên ciwan ne kes e!
Ev berxwedena dîrokî jî herikîna bi hezaran ciwanan a li pey azadiyê ye.Li çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê ciwan û jinên ciwan berê xwe didin çiyayên azadiyê û têkoşîne bilindtir dikin. Li Bakurê Kurdistanê jî, ku yek ji qadên girîng ên tekoşîne ye, ciwanan bi daxuyanê ragihandin ku ew di çarçova pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de tev li refên PKK ‘ê bûne.
Wek Ajansa Nûçeciwan me di hevpeyvînên xwe yên ku me bi ciwanê tevli refên azadiyê bûne re kirine hest û ramanên wan pirsîn.
Egîd Canfeda diyar kir ku; Ew Ji Amedê tevli refên Gerilayên Azadiyê bûye, herwiha deng li ciwan û jinên ciwan kir û got: Peywira me ye ku em derbeye dawiyê li dijmin bixin.
Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. 23 sal e ku îzolasyoneke mezun li ser Rêberê me tê meşandin.”
Di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku;
Navê min Egîd Canfeda ye. Ez li herêma Amedê tevlî rêxistinê bûm. Ew pêvajoyek dijwar e. Ev 23 sal in li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran tê meşandin. Her wiha li dijî gelê me, li dijî ciwanan, li dijî jinan gelek êrîş hene… Yanî Rêbertiya me ketiye sala 23’an a di bin tecrîda dijmin de. Dîsa jî ji ber vê yekê berxwedaneke mezin nîşan dide. Ango di vê xalê de têgihiştina Rêbertiyê û bi Rêbertî re yekbûn erka herî mezin a hemû gelê me, tevahî gelê Kurd e. Ji ber ku wî derfetên ewqas mezin ji me re afirandin. Di şert û mercên herî dijwar re derbas bû. Ji ber vê yekê divê em her cara ku serê xwe danî ser balgiyê, li ser van nirxên afirandî li ser Rêbertiya xwe bifikirin. Bi taybetî jî ciwan…
Ji ber ku di vê demê de Rêbertiya me jî ji bo ciwanan mîsyoneke pir cuda diyar dikir. Ew jî ji pencereyek pir cûda nêzîkê wê dibû. Weke xwediyê vê partiyê, wekî pêşeng dihesibîne. Li ser vê bingehê em weke ciwan erk û berpirsyariyên xwe yên di nava rêxistinê de bi cih tînin. Ew pêvajoyek dijwar e. Li qadên gerîla berxwedaneke mezin tê meşandin. Tiştekî nûwaze! Di dîrokê de qet nehatiye dîtin. Di ti şerî de berxwedaneke bi vî rengî nehatiye dîtin. Bi gotinan ravekirina van hestan hinekî zor e. Îro li Avaşîn, Zap, Metîna, Garê û li gelek qadên din di şexsê lehengiyeke bêhempa û dîrokî de berxwedanên mezin pêk tên. Dijmin êdî nikare xwe li van êrîşan bigire. Her weha valahiyek mezin li ba wan heye. Nikarin vekişin jî. Berxwedan jî di vê xalê de wate dide û encamê dide. Ji ber vê yekê em hewl didin ku wî bi taktîkên nû û bi êrîşên nû derbeya dawî lê bidin. Banga me ji ciwanan re ; di vê kêliyê de ciwanên ku dikarin bibêjin “ez jî tê de me”, ciwanên ku dibêjin “Min ji vî dijminî gelek êş kişandiye, ez dixwazim li hemberî dijmin tiştekî bikim, lê nikarim bigihîjim”,pêdivî ye ku konsantre û lêgerîna wan di asteke pir bilind de bimîne. Dema ku bang li gerîla dikin pir mimkûn e ku xwe bigihînin gerîla. Ji ber ku gerîla li her derê ye. Dema ku hûn dixwazin bibînin, gava ku hûn dixwazin bigihîjin wê li her derê ye.
Ji bo vê jî divê ciwan êrîşên li ser wan, polîtîkayên ku dijmin li dijî wan meşandiye zanibin û lêgerîna xwe zêde bikin. Ji ber vê yekê em dizanin, mînak li Kurdistanê, li metropolên Tirkiyeyê li hemberî ciwanan polîtîkayên pir dijwar tên meşandin. Ji fuhûşê bigire heta tiryakê polîtîkayên ku modernîteya kapîtalîst li ser ciwanan daye meşandin hene. Pêwîste her ciwan vana bihizire. Yanî “armanca van polîtîkayan çi ye, bi çi awayî zirarê didin nasnameya min, dikin hedef?” Divê ew li ser wan bifikire. Divê bersiva vê yekê jî bide. Ev bersiv jî di rêya gerîla de derbas dibe. Gerîlabûn bersiva herî mezin a vê ye. Ji ber ku dijmin îro nikare xwe li gerîla bigire. Leşkerên wî jî nikarin xwe ragirin. Yên ku dibêjin “fermandar ez im” jî nikarin xwe ragirin. Direvin. Dema dibînin, xwe ji zinaran davêjin. Gerîla bersiva vê ye. Bersiva herî mezin a dijmin e. Lê divê rêhevalên me yên ciwan jî di lêgerîna vê de bin. Ya ku dê me bike yek ev e. Ji nû ve zayîn ango partiya me dikeve sala xwe ya 44’an.
Ji sala 1978’an vir ve 44 saliya xwe temam dike. Li gelê me, ciwan û jinan pîroz be. Di sala xwe ya 44’an de ji bo ku em berxwedana xwe bi serketinê re bigihînin hev, divê em hîn zêdetir partî û rêxistina xwe hembêz bikin. Û divê em beşdarbûna xwe zêdetir bikin. Berpirsiyariya me ya herî mezin ev e. Ji ber ku erka me ye em derba dawî li dijmin bidin.
Teyrêbaz Lîce diyar kir ku; ‘Ku ji berxwadana dîrokî a ku Gerila li qadên Zap, Avaşîn û Metîna peş xistî bandor bûye û tevli refên gerila bûye’
Teyrêbaz Lîce bang li ciwanan kir û got:’ Bila ciwanên Kurdistanê baş bizaninin ku cihê herî rast ê ku lêbin çiyayên azad ên Kurdistanê û refên gerîla ne’
Teyrêbaz Lîce di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku;
Navê mim Teyrêbaz Lîcê ye. Ji Amedê me. Ez ji berxwedaniya gerîlla bandorbûm û wisa tevlêbûm. Şerê ku îro li Zap, Avaşîn û Metîna dimeşe gelê me tevahî dibîne. Berxwedaniyeke pir mezin heye. Dewleta tirk niha livir bin ketiye. Binkeftina xwe bi rêya nûçeyan vedişêre. Li hember gerîlla çekên kîmyewî bikar tîne. Bi vê çekên kîmyevî ji nikare li ser gerîla banor bike. Binkeftiye û hatiye aste tinebûnê.
Gelê me jixwe dizane liser Rêber Apo tecrîteke giran kirî heye. Dîsa dizwaze bi polîtîkayên tirsandinê liser gelê me tirs ava bike û bitepisîne. Divê gelê Kurd baş bizanibe ku fedaiyên Rêber Apo natirsin. Divê ciwanên Amedê û tevahiya ciwanên kûrd baş bizanibin ku cihê wan yê rast çiyayên azad in. Nava refên gerîlla ne.
Ji xwe dewleta tirk û faşîzma Akp û Mhp dinav xwe de bihev ketiye. Divê gelê me jî vê rastiyê bizane. Em îro di rewşa serkeftinê de ne . Divê ciwanêm kurd jî vê rastiyê bibînin û dinava refên gerîla de cihê xwe bigirin. Em dikevin sala 44 emîn a salvegera PKKê. Ez sala 44 emîn a PKK li tevahî gelê Kurdistanê piroz dikim