AMED – Ji bo definkirina cenazeyê Şehîd Nevîn Dînç a ku li Geverê berî bi 5 salan hat şehîd kirin tenê 5 deqe dem dan malbatê. Cenazeyê Şehîd Esra Altinci ya ku li Şirnexê hat şehîd kirin jî piştî 6 mehan dan malbatê.
Cenazeyên endamên YPS û YPS-Jin ên di dema qedexeya derketina kolanan a sala 2016’an a li navçeya Geverê ya Colemêrgê de şehîd bibûn, bêyî ku agahî bidin malbatên wan wê demê li goristana bêkesan a Erziromê hatibûn veşartin. Malbata Nevîn Dînç (Bêrîtan Amed) ku li Geverê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, gelek caran hewl da cenazeyê keça xwe werbigire, lê di her carê de encam wernegirt.
Ji bo definkirinê 5 deqe dem
Malbatê di mehên borî de ji bo cenazeyê keça xwe werbigire bi rêya parêzerên xwe serlêdanek nû kirin, ji bo lihevhatina encamên DNA’yê cenaze aydî Dînç derket. Di encama li hevhetina xwînê de cenazeyê Dînç 5 sal şûnde ji Goristana Bêkesan a Erziromê radestî malbatê hat kirin, malbat ji bo definkirina cenazey ber bi Amedê ve ket rê û ji bo definkirinê jî 5 deqe dem dan.
Piştî bi 6 salan dan malbat
Li herêma Besta ya Şirnexê jî di 5-8’ê Nîsanê de di pevçûnên ku derketin de cenazeyê şervana YJA STAR’ê Şehîd Esra Atici piştî bi 6 salan radestî malbatê hat kirin. Li gel ku malbata Esrayê di 12’ê Tebaxê serî li nexweşxaneya Şirnexê da û testa DNA’yê da jî piştî bi mehan ku li dozgeriyê malbatê da cenaze ji Goristana Bêkesan hat derxistin û radestî malbata wê ya ku ji Enqereyê hatibû hat kirin.
Di bin dorpêçê de defin
Cenazeyê Şehîd Esra û Şehîd Nevînê li Goristana Yenîkoy a Baglara Amedê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.