NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk bi dehan salan e avê wekî amûreke şer li dijî gelên cîran bi kar tîne, mafên bi milyonan gelê Sûriyê û Iraqê paşguh dike. Bi vê yekê rêgezên exlaq û nirxên civakî binpê dike.
Ji ber ku dewleta Tirk ji çend mehan ve bi zanabûn ava çemê Firatê kêm dike, bi sedan gundên li ser beravên çemê Firatê di nava rewşeke trajedîk de ne.
Berpirsê Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş ji ajansa me re axivî û got: “Ji 8 mehan ve tenê 200 metrekab ava çemê Firatê derbasî herêmê dibe. Ev ne li gorî lihevkirina di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye. Her du dewletan lihevkiribûn ku divê para Sûriyê ji ava çemê Firatê 500 metrekab di her saniyekê de be. Jê ji sedî 58 derbasî Iraqê dibe.”
Di daxuyaniyekê de ku ji komxebata rêxistin û komên avê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatiye şandin, Nivîsgeha Enerjiyê bi bîr xist ku gola Firatê ya bi dirêjahiya 80 kîlometreyan û firehiya 4 heta 12 kîlometreyan û têra 14 milyar metrekab av dike, heta rêjeya 6 metreyan kêm bûye.
Ajansa Fezayê ya Ewropayê di meha Tebaxê de bi rêya satalaytê wêne kişandibûn. Di wêne asta kêmbûna ava gola Firatê nîşan dide ku li gorî salên borî bi awayekî “metirsîdar” kêm bûye.
`PIŞTÎ DANÛSTANDINÊN DI NAVBERA TIRKIYE, SÛRIYE Û IRAQE DE LIHEVKIRIN LI CEM NY`YE HAT TOMBARKIRIN`
Di raporekê de ku Heyet Tensîq a Wetenî ya Sûriyê havîna sala 2016`an weşandibû, nirxandinek têkildarî têkiliyên Sûriyê-Tirkiyê û bandorên wê li ewlehiya avê ya li Sûriyê hatibû kirin. Tê de rêzegerên danûstandinên di navbera her du welatan de bi vî awayî hatibû rêzkirin:
Sala 1962`yan yekemîn gerên parvekirina agahiyan û nêrînan di navbera Sûriyê, Iraq û Tirkiyê de hat lidarxistin. Her aliyek nêrîna aliyê din nas kir. Lidarxistina mîna van geran di navbera paytextên her sê dewletan de heta demekê dewam kir. Lê encamek berbiçav nehat bidestxistin.
Sala 1975`an li gorî danûstaninên komîteya fenî ya hevbeş û navbeynkariya banka navneteweyî, ava çemê Firatê li ser her sê dewletan bi rêjeya her sê yek ji navîna avê hat parvekirin.
Sala 1980`ê aliyê Iraq; protokolek girêdayî pêwîstiya parvekirina ava çemê Firatê di demekê de ku Sibata 1982`yan derbas neke, bi Tirkiyê re îmze kir. Ji bo wê komîteyek hat avakirin û Sûriyê hat vexwendin. Piştre dîsa rêzcivînê dest pê kirin. Lê tu encamên berbiçav nehatin bidestxistin. Karên komîteyê ji ber serhişkiya aliyê Tirk di Cotmeha 1992`yan de sekinîn.
Sala 1987`an, serokwezîrê Tirk ê wê demê Torgut Ozel serdana Şamê kir. Di wê serdanê de protokola hevkariya aborî û fenî hat îmzekirin. Madeya 6`an a lihevkirinê, parên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bi awayekî demkî bi rêxistin dike ta ku bendava Atatuk sala 1993`yan were dagirtin. Piştî wê para Tirkiyê wê dîsa veger ji her sê yek. Para Sûriyê jî ne kêmtirî 500 metrekab av di her saniyekê de anku bi rêjeya ji sedî 50`î bû.
Sala 1989`an muzakereyek dualî di navbera Sûriyê û Iraqê de hat îmzekirin ku li gorî wê Sûriyê ji sed 58 ji ava Firatê ku ji Tirkiyê tê, bide Iraqê. Para Sûriyê jî wê bibe ji sedî 42 yanî para Sûriyê ji ava Firatê salane 6.627 milyar metrekab e, ya Iraqê 9.106 milyar metrekab e û ya Tirkiyê jî 15.700 metrekab e.
Sala 1994`an Sûriye lihevkirina 1978`an a di navbera wê û Tirkiyê de li Neteweyên Yekbûyî (NY) tomar kir da ku mafê xwe û ya Iraqê ji ava çemê Firatê biparêze.
BI HICETA PKK`Ê DEWLETA TIRK BI RÊYA AVA FIRATÊ ŞERÊ HERÊMÊ KIR
Ji sala 1989’an ve Tirkiyê dest bi hemleyeke navneteweyî ji bo derxistina rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê kir û gelek caran gefa ragihandina şer li dijî wê xwar. Ji ber helwestên Erebî yên tirsnak pirsgirêka Firatê dîsa derket pêş ku heta niha nehatiye çareserkirin. Tirkiyê di wê demê de israr kir ku bendavan li ser çemê Firatê ava bike û herikandina wê ber bi welatên cîran, Sûriyê û Iraqê ve kontrol bike ji ber ku av di wan dewletan re derbas dibe û dibîne ku mafê wê heye kengî pêwîst dît avê qut bike. Piştê wê mijara hebûna rêber Abdullah Ocalan li ser xaka Sûriyê li dosyayên bi nakok ên di navbera her du dewletan de zêde bû û bi hatina Beşar Esed re ya li ser desthilatê hatin derbaskirin.
Suleyman Demirel beriya ku bibe serokkomarê Tirkiyê di sala 1992`yan de dema bendava Ataturk hat vekirin gef li Sûriyê xwar û got: “Sûriye û Iraq zêdetirî para Tirkiyê ya ji petrola wan, nikarin daxwaza para xwe ya çemên Dîcle û Firatê bikin.
Sala 1993`yan şandeyeke Tirk a payebilind bi serokatiya Suleyman Demirel serdana Şamê kir. Di civîna li gel rayedarên sûrî de gihaşt lihevkirinekê ku li bermaberî ku Sûriye Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Sûriyê derxe û tevgerên wê qedexe bike, Tirkiyê dê para Sûriyê ya ava çemê Firatê zêde bike.
RÛBERA ÇEMÊN FIRAT Û DÎCLEYÊ
Dirêjahiya çemê Firatê 2 hezar û 800 kîlometre ye. Di herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê de diherîke. Jê yên herî girîng kanî û golên Bîngolê û zozanên li nêzî sînorên Ermenistanê. Dirêjahiya wê li Bakurê Kurdistanê derdora hezar û 200 kîlometre ye. Li nêzî bajarê Cerablusê derbasî Sûriyê dibe. Bi dirêjahiya 600 kîlometreyan di Sûriyê re derbas dibe û li bajarê El-Bûkema yê sûrî û li nêzî bajarê Qaîm ê Iraqê derbasî Iraqê dibe. Li nêzî bajarê Besîrayê Firat û Dîcle dibin yek û li başûrê welêt dikeve Kendava Ereban. Dirêjahiya wê li Iraqê hezar û 100 kîlometre ye.
Çemê Dîcle jî ji heman jêderên Firatê diherike. Dirêjahiya wê li Bakurê Kurdistanê 500 kîlometre ye. Nêzî 50 kîlometreyan di ber sînorên Sûriyê re diherike û li herêma Zaxoyê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û paşê dikeve axa Iraqê. 5 şax bi çemê Dîcleyê re dibin yek, Zapê Mezin, Zapê Biçûk, Xabûr, Diyala û El-Azîm. Her wiha bi çemê Firatê re dibe yek û bi hev re Şet El-Ereb bi dirêjahiya 200 kîlometreyan çêdikin û li Kendava Ereban bi dawî dibin.
ZUHAKIRINA RÛBERÊN ÇEM Û KANIYAN STRATEJIYEKE DEWLETA TIRK A ŞER E
Li rex sûcên êriş û guhertina demografîk ku dewleta Tirk û çeteyên wê (DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) li herêmên dagirkirî pêk tînin û êrişên wê yên li ser herêmên din dewleta Tirk avê wek rêbazekî şer li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne da ku hejmara herî zêde ya şêniyên herêmê yên resen bide koçberkirin û herêmê vala bike.
Dewleta Tirk ji 1966`an ve bendavan li ser çemê Firatê ava dike. Li wîlayeta Alazîz a Bakurê Kurdistanê yekemîn bendava xwe bi navê Keban ava kir. Gola li piş vê bendavê dikare 30 milyar metrekab av depo bike. Piştî wê jî avakirina bendavan dom kir. Bendava Bagiştaş li Erzîncanê, Karakaya li Amedê, Ataturk di navbera wîlayetên Riha û Semsûrê û Karkamiş li Dîlokê (Entab) ava kirin.
Bendava Ataturk ku hêza wê ya depokirinê 48 milyar metrekab av e, di nava pênc mezintirîn bendavên li cîhanê de ye. Bûye sedema sereke ya kêmkirina para Sûriyê û Iraqê ya avê ye.
Li rex miqdarên mezin ên avê ku Tirkiye li piş bendava digire, Tirkiyê rêya gelek çeman guhert û berê wan bir nava zeviyên deşta Heranê û Pirsûsê. Ji ber wê piraniya çem û kaniyên ku diherikîn Sûriyê zuha bûn. Her wiha ji ber wan sûcên dewleta Tirk çemên mîna Sacur ê li bakur Minbicê, Belîx ê di navbera Girê Spî û Reqayê de, Xabûr ê li herêma Cizîrê zuha bûn.
Dewleta Tirk niha miqdarên pir kêm ji bendavên xwe berdide da ku kehrebeyê derxe. Yanî em dikarin bêjin ku heke dewleta Tirk av bernede nikar kehrebeyê peyda bike.
BENDEVA Ilisu
Dewleta Tirk di Hezîrana 2018`an de gola bendava Ilisu ya li Mêrdînê bi 20 milyar metrekab dagirt.
Ji ber avakirina bendavê Iraq li ser para xwe ya ji avê metirsîdar e, bi taybet ku di çend salên dawîn de ji ber avê gelek pirsgirêk derketin. Nexasim ku avakirina bendavan bandor li jêderên avê yên li Ehawezê yê Iraqê kir.
Navenda Gatham Hoash a lêkolînan a brîtanî di 4`ê Îlonê de diyar kir ku ji ber siyasetên Îran û Tirkiyê Iraqê ji sedî 40 ava xwe winda kiriye. Navendê destnîşan kir ku li herêma Rojhilata Navîn ji sedî 6.3 şêniyên cîhanê lê ne û tenê ji sedî 1.4 ava pak lê heye.
Li rex wê jî ji ber avakirina bendavan niştecihên 200 gundên li Bakurê Kurdistanê û derdora 80 hezar Kurd koçber bûn.
Ava bendavê bajarokê Heskêfê yê dîrokî kir bin avê, ku dîroka wê vedigere 12 hezar sal berê, tê de şûnwarên serdama navîn hene û wek kevntirîn niştecihbûna mirovahiyê li cîhanê tê hesibandin.
Di encama van siyasetên AKP`ê de girîngtirîn cihên dîrokî yên li Kurdistanê ji holê rabû.
ALOZIYA AVÊ REWŞA TRAJEDÎK A LI SÛRIYÊ DUQAT KIR
3 bendên li ser çemê Firatê avê û kehrebeyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda dikin. ew jî ev in: Bendava Teşrînê ya li başûr rojhilatê Minbicê, bendava Firatê ku mezintirîn bendavên Sûriyê ye li nêzî bajarê Tebqayê ye û Bendava Azadî ya li nêzî bajarê Reqayê.
Rêjeya ava ku ji derve derbasî Sûriyê dibe ji sedî 70`ê ye. Firat demarê jiyanê yê milyonan sûrî ye ku li herêma Firatê û herêmên din dijîn mîna Reqa, Dêrazorê. Her wiha ava vexwarinê ji duyemîn mezintirîn bajarên Sûriyê anku Helebê re peyda dike.
Li gorî komîte û desteyên çandiniyê yên li herêmê, li her du beravên çemê 900 hezar hektar zevî hene ku bi gelek genim, sebze û darên fêkî tên çandin.
Li gel dorpêça aborî ya li ser herêmê, qutkirin anku sînordarkirina herikîna ava çemê Firatê bandorê li hilberîna xwecihî dike ku beşek mezin a rêgeza xwetêrkirinê peyda dike.
Pêwîstiya bendava bi herikandina avê bi rêjeya 300 metrekab di her saniyekê de heye da ku kehrebeyê derxin. Ev rêje tenê turbîneke bendava Teşrînê yan Firatê dixebitîne û kehrebeya bi miqdara 105 mêgawat di her saetekê de dide. Lê miqdara ku niha tê tenê 200 metrekar di her saniyekê de û hin caran ev miqdar dadikeve 125 metrekab di her saniyekê de.
Tu daneyên rastîn li ser hejmara nêçîrvanên masiyan tune ne, lê bi sedan nêçîrvan dibêijn ku miqdarên mezin ên masiyan dimirin, piştî ku firehiya çemê 2 kîlometre kêm bû. Masî debara jiyana yekane ya nêçîrvanan e. Ev tê wateya ku ew niha bê kar in.
Li Sûriyê li gorî şêniyên li her du beravên çemê, ji salên 80`î ve ev zuhabûn a herî xirab e. Pisporên ku ji dezgehên çapemeniyên yên Iraqê re axivîne piştrast kir ji 40 salî ve ev zuhabûna herî xirab e ku bi ser çemên Firat û Dîcleyê tê.
ÇAVKANİ – ANHA