NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîst jî jiyana weşanê didomîne.
Danasîna vê mehê de edîtorên Kovarê wiha dibêjin:
“Kovara me ya Yurtsever Gençlik a meha Cotmehê bi şiyara ‘’PKK Vîn û Heqîqeta Agirê Pepûleya Çaremîn e.’’ bi were ye. Di hejmara meha Mijdarê de de edîtorên kovarê ji bo ciwanan nivîsên gîrîng amade kirin. Di vê hejmara kovara me de, Nivîsên liser cejna vejînê ya PKK, Nirxandinên Rêber Apo yên liser damezirandina PKK ê, Berxwedan û têkoşîna gerîlla ya destanî, perspektifên ciwan û jinên ciwan, portreya Fermandara ciwanan Şehîd Serhildan Garzan, û nivîsên di derbarê şerê gelê şoreşgerî, çand û dîrokê de cih digirin.
Me bixwînin, heqîqatê binasin
Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin.
hûn jî dikarin liser van navnîşanan xwe bigîhînin kovara me ya Yurtsever Gençlîk.