Bêrîtana rengînî weke çûka çiyan ya 12 rengî, çawa di xwe de tevayî rengên xwezayê dicivîne û bi yekahengî, mirov li himber ciwaniya wê ya bê hempa matmayî dimîne. Ewqasî bi lez û bez tevdigere, weke sihrê, nahêle mirov ji ciwaniya wê têr bibe.
Dema Bêrîtan tê gotin, nizanim çima ew çûka 12 rengî tê bîra min. Rengîn bû, bi xwezayê re di nava ahengiyê de bû, xwe zû-zû nû dikir. Pir bi liv û tevger bû, mirov dikarî her carê di wê de aliyên nûtir bidîtana. Bi qasî ku şerker bû, ewasî jî hunermend bû, her wisa jî wêrek bû, jinek di milê derûnî de azad bû.
Bi giştî di mirovan de kêm û kurtî derdikevin û aliyên ne xweşik li gel yên xweşik bi cih dibin. Lê belê heval Bêrîtan bi qasî min pê re jiyan kir, ez tû caran jê zivêrnebûm û min tû taybetiyên wê yê neciwan nedît. Ew kesayetiyek kêm kêmasî dikir, lawaziyên wê kêm bûn, ji ber vê yekê jî pir dihate hezkirin û di karê xwe de her dem serkeftin bi dest dixist. Bi rastî jineke azad û xwezayî bû.
Piştî şehadeta wê, rojên ku derbas dibûn, hîn bêhtir di çavên min de mezin dibûn. Mîna entîkeyeke dîrokî, her ku kevin dibe ewqas bi nirx dibe. Ez bawerim mirov çiqas lê dikole tiştên hîn cuda ku qet derneketine holê dibîne di kesayeta heval Bêrîtan de.
Şerê wê, evîna wê ya mezin û bê sînor, têgeha wê ji jiyanê re, hêviya wê bi azadiyê û serkeftinê re, mirov dikare bi awayekî giştî û eşkere di helbesta wê ya bi navê “Gula min ” de bibîne. Kî bixwaze Bêrîtan nasbike; giring e, berî her tiştî helbestên wê bixwîne.
Bêrîtan di sala 1991 an de ji nava derdorek xwendevan-rewşenbîr û ji navçeyeke wek Koçgîrî tevlî refên gerîla dibe. Dibe ku tevlîbuna heval Berîtan di wan salan de zêde ne balkêş be. Ji ber ku di wan salan de hejmarek mezin ji xwendevan û rewşenbîran ji her çar hêlên Kurdistan ê tevlî refê şoreşa netewî dibûn. Di encama serhildanên gelêrî ku li bakûrê Kurdistan ê bi awayekî kûr destpêkiri bû û tevahiya gel rakiribû ser piyan. Gelo tiştê ku hevala Bêrîtan ji wan cuda kır, u Gulnaz Karataş kır Bêrîtan çi bû?
Navê wê yê yekemîn ya di nava refên gerîla de “ Binevş” bû. Piştre navê xwe digeherîne u dike Berîtan. Min jê pirs kir ka çima navê xwe kiriye Bêritan? Beritan wiha bersiv da:“ Bêrîtan li Dêrsimê navê eşîrekêye û dibe ku ez bi xwe jî ji wê eşîrê bim”. Heval Bêrîtan, bi guhertina navê xwe, gava yekemîn avêt, di azadiya bîr û bawerî de. Wê hêza hilbijartina azad da nîşandan. Dibe ku pir kesan navê wê li xwe kirin, lê ez bawerim ew yek bû û ducar nabe.
Bavê heval Bêrîtan xwedî malbatek bi zarok bûye û ji aliyê madî de hejar bûye. Mûçexur bûye li ba dewletê. Tevî hêjariya xwe bavê wê, heval Bêritan daye xwendin u tiştekê wê kêm nehîştiye. Bêrîtan jî, ji ber ku elewî bû, di hêlên sosyal de vekirî û têkilîdar bû. Têkiliyên wê bi giranî di gel kesên rewşenbîr û entelektuel hebûye. Ev taybetmendiya li gel heval Bêrîtan, bingeheke xurt a çandî û hunerî avakiri bû. Ew ne jinek asayi bû. Xwedî armanc, hêvî û bawerî bû. Ew ji deriyekî berfireh ve ketibû nava tekoşîna jiyanê. Li zanîngehê ketibu nav têkîlîya evînî bi hevalekî xwe yê zanîngehê re. Lê dema PKK’ê nas dike, her du bi hev re tevlî refên şoreşê dibin. Wê, ji hevalê xwe pir hezdikir, lê dizanîbû çawa hezkirina xwe mezin bike. Dema soz û biryara xwe ya Partîbûnê da ji wê gavê û pê ve xiyanet bi evîna xwe nekir. Di nameyek xwe de ji hevalê xwe re wiha dinivîse; “ ez ji te pir hezdikim, lê li min bibûre, ez ji welatê xwe û Partiya xwe ji te bêtir hezdikim.” Wê ji ber ku rast hezdikir û pîvanê hezkirina xwe danî bû,ji ber hezkirina xwe fedî nedikir, ji bo wê jî hestên xwe bi eşkereyî dianî ser ziman. Tenê ên ku rast hezdikin dikarin evîna xwe mezin bikin. Li gel wê jî asta tekoşîna xwe bilind dikin. Heval Bêrîtan di helbestên xwe de evîna xwe dide der. Di helbesta “Gula min” de ku bi zimanê Tirkî nivîsîye, pir baş diyardike, ew çendî bi evîna xwe ve girêdayî ye. Lê ya balkêş li gel heval Bêrîtan ew bi xwe rêzana evîna xwe bû, ew azad bû û bi tekoşînê evîna xwe mezin dikir. Ji yekîtiya azad şerm nedikir. Di evîneke wiha de tenê xweşikbûn û payebilindî heye, jiyan bi evîneke weha bi gul dibe. Bêrîtan gula evîna xwe bû, gula xwe bi rengê tekoşînê sor kiribû.
Bi hestên xwe yê neteweyî yê ji nijadperestiyê dûr, dikarî tevayî beşên Kurdistan ê himbêz bikirana. Vê rastiyê di têkiliyên xwe de jî pêk dianî. Heval Bêrîtan, her dem li pêş di ramiya. Di fedekariya xwe de û di wêrekiya xwe de bêhempa bû, destê xwe davêt çi karî bi ser dixist. Wê xwe bi çiyan re kiribû yek û bibû evîndarê çiyan. Tenê kesê xwedî hezkirinên mezin, evînên mezin dikarin ewqas çalak, zindî u cangorî bin. Hezkirin û welatparêziya wê dibûn sedem ku zû fêrî tiştan bibe. Tevî ku qet Kurmancî nedizanî, di demek kurt de xwe fêrî zimanê Kurdî kir. Di karên piratîk de jî xwe li paş nedihîşt, di pêşya hemû kesan de bû.
Di zivistana 91-92 an de cihê xwe di xebata ragihandinê de girt, wê demê bîroya ragihindinê di bingeha Biryargeha Partî ya duwemîn li Xakûrkê hatibû sazkirin û (2) kovar dihatin weşandin. Kovara “Dengê Gerîla” ji hêla şaxê jinan ve dihate weşandin. Heval Bêrîtan cihê xwe di rêvebiriya beşa çapemeniyê de digirt. Di karê ragihandinê de jî bi awayekî afiranderî zîrektiya xwe dida diyarkirin. Di nivîsên wê de zelaliya ramanên wê yên bîrdozî, her weha têgihiştina wê ji rêbaza Serokatî û Partiyê re xweş diyar dibû. Di wan salan de hîna rastiya cins çiye ne çiye nehatibû naskirin, her weha hevalên jin tevlî tekoşîna giştî dibûn, lê hîna wate nedidan şoreşa civakî û tekoşîna cinsî. Jinan ji hev heznedikir, pîvanên kevneperest yên civakê hê jî di nava refên şoreşê de berbelavbûn. Sekna heval Berîtan lı pêşiya paşverutiyê helwestek bû. Heval Bêrîtan bi ziman tiştek ne gotana jî, bi jiyana xwe her tim dibû hêza rexneyê li peşiya paşverutiyê. Ev rewş hem dibû sedema nakokiyên mezin, hem jî dibû sedema pêşketinên mezin. Heval Bêrîtan li hember tevayî hewildanên dervayî rêbaza Partiyê diket nava tekoşînê, di kesayetiya xwe de taybetmendiyên milîtaniyê pêk dianî. Ew di tekoşîna çinayetî de tim li pêş bû û teslîm ne dibû. Wê azadiya xwe ya hundurîn bi pîvanên Partiyê yên azadiyê re nû dikir û hêza berxwedanê wisa ji xwe re peyda dikir.
Heval Berîtan wate dida tevayî bûyeran; dûr û dirêj difikirî, pêşbîniya wê jî bi pêşeroja azadiyê ve girêdayî bi hêz bû, bi rojên weke îro bawer dikir ku şefeqa azadiya welatê me dabigre. Di helbestên xwe de jî baweriya xwe bi vê yekê re diyar kiribû. Di helbestek xwe de wiha dibêje:
Ez bi qasî zereyekê, ji mirinê natirsim û mirin li min zor nayê lê belê …!! temaşake li van çiyayên noqbûyî di nava şefaqê de tenê ji bo em kêliyekê bi hev re li wan temaşakin ez naxwazim bimrim.
Di salên 91-92 an de hêjmara jinên gerîla di nava şoreşê de her diçu zêdetir dibû. Di wan deman de artêşbûna jinê hîn nû bû, jin hîna bi temamî nehatibu asta artêşbûn u partîbûnê. Serok Apo nirxek pir mezin dida artêşbûna jinê. Hewl dida ku artêşbuna jinê pêş bixe. Ji ber wê jî hertim bangên serok çêdibun ji bo tevlîbuna jinan. Li gel hemû hewladanên serok, hîn kesên paşvrû dixwestin jin di rewşa xwe ya kevin de bimîne u pêş nekeve. Ji ber vê jî, çi ji destê wan bihatana dikirin.
Li Amedê hejmarek mezin jinan ji nava artêşê hatin avêtin, her wiha ji bo ku nehatin rêxistin kirin û perwerdekirin pir ji wan ketin destê dijmin, pir ji wan jî ku namzetê tevlêbûna tekoşîna rizgarıyê bun, bê beş man û nehatin wergirtin. Ev pratîka tunekirinê bi destê Şemdin Saqiq ve pêş ket. Wî digot; jin bargiraniya artêşê ne. Bê guman ew pratîk bi giştî li dijî hewildanên Serokê netewî bûn û bi armanca vala derxistina kedên wî bûn.
Di heman demê de li navça Xakûrkê ku biryargeha Partiyê ya duwemîn li wir bi cih bibû, hewildanên wekî ên Şemdîn dihatin kirin. Nêzîkatiyên ku ji aliyê van kesan ve dihatin kirin ji nêzîkatiyên civaka paşveru ne cuda bû. Her çendî jin di metirsiya van nêzîkatiyên paşverû de bi giştî tênedigihiştin jî jinên têgihiştî dikarîbûn rastiya bidîtana. Ên ku van rastiyan didîtin, hewl didan ku li hember van nêzîkatiyên paşveru têbikoşin u wan bê bandor bihêlin. Çawa tekoşîna çekdarî bi armanca rakirina biryara mandelkirinê li ser doza kurda bû, her weha jî tevlêbûna jinê ji tekoşîna çekdarî re ji bo rakirina mandelkirinê li ser mafê jinê bû. Jin êdî di van bîr û baweriya de têgihişt û tekoşînek bilind diyarkir ji bo xwe ispat bike. Li hemberi nêzîkatiyên zilamê serdest, jinê xwe ji her mili perwerde dikir u bi vî awayî dibû xwedî seknek bi hêz. Heval Bêrîtan jî yek ji wan jinên rêber bû, ku berî tevayî jinan behna metirsiyê girt, pilanên li ser tekoşîna azadiya jinê digerin fêmkir u li dijî wê ket nava hewildanên bê hempa, da ku bide pejirandin ew dikare tevlî şer bibe. Her roj heval Bêrîtan ezmûnên xwe li pêşdixist, xwe fêrî tevayî pedîviyên leşkerî dikir. Wê bawerî da partiyê û xwe da pejirandin. Cara yekem bû wê tevayî bendên ku li pêş jinan hatibûn danîn hilweşand. Li meydana şer bi her awayî ji bo bi çespîne ku jin dikare bi serkeftin şerbike, dida bawerkirin. Hezkirin li hevhatin, yekbûn û hevaltî, nav û nîşana wê grûpê bû.
Di hemu çalakiyên xwe de bi serkeftin bûn. Li ser tevayî çekan hakim bûn û wan bi kar dianîn. Di meydana şer de jî perwerda xwe didomandin. Bi vî awayî ew grûp bû tovê artêşbûna jinê. Êdî ew gav bû bingehek ji bo belavkirina wê çandê li her deverekê welêt. Heval Bêrîtan bi hest û giyana xwe ya berpirsyariyê rêbertî ji vê pêngavê re kir. Bi başdarbûna grûpê ji çalakiya “Rûbarûkê” re, xebat gihişt lûtka xwe. Di wê çalakiyê de heval Bêrîtan bi xwe di refên pêş ên di êrîşê de cih digirt. Birîndariya wê, di çalakiyê de wê xistibû nava hestekî pir bilind de. Mîna evîndarek di roja cejna evindaran de gulek sor diyarî bigre. Wê weha ji birîna ser rûyê xwe coş digirt û pê serbilind dibû. Hîn xwîna li ser birîna heval Berîtan û hevalên wê zuha ne bibû, bi hezaran pêşmerge yên PDK û YNK bi hevkariya artêşa dewleta Tirk u Emerikayê, pilangeriyek mezin li darxistin. Armanca vê pilangeriyê, ji holê rakirina gerîla u zextkirina gelê kurd bû. Navê çalakiya ku Emerîka û Îsrail jî bi awayekî neyenî tê de cih girtibû, kiribûn “sandawîç” yanî wê hêzên gerîlla dorpêç bikirina û tunebikirana. Ji hemû aliyan ve leşker û pêşmerge dihatin, agir ji top û firokan dibariya. Gerîla ketin nava şerê man û nemanê. Gerîla hemû li berxwedan, lê berxwedana jinan pir cuda û balkêş bû. Wan ji zilaman bêtir wêrekî û mêrxasî dan diyarkirin. Li tevayî meydanan gerîlayên jin hunerek û afîrandineke bê hempa dan nîşandan. Jin bi vî awayî da nîşandan ku ew di arteşê de ne bargiraniye, hêza serkeftinê ye. Heta gihîşt wê radeyê ku berpirsên eniyan bi bê têlan bangî hevdikirin û dixwestin deh zilaman bi jinekê biguherînin.
Her çendî ku Heval Bêrîtan ji gelek cihên xwe birindar bibû jî, pir dixwest ku tevlî çalakiyan bibe. Hingî xwe sepand ku êdî heval nedikarîn pêşiya wê bigrin. Û di dawiyê de xwesteka heval Bêrîtan pêk hat u bi wî halê xwe tevlî çalakiyê bû. Wê di nav şer de berpirsiyariya eniya Lolanê kir û şerekê dijwar li darxist, li himber hêzên xiyanetkar. Eniya wê bi berxwedana xwe bala hêzên li himber jî kişand. Bi rojan şereke pir dijwar tê dayîn. Êdî cepxaneya gerîlayan ber bi xelasbûnê ve diçe. Hêzên dijber çawa vê rewşê ferq dikin, hemû hêza xwe ber bi wî milî ve dibin. Dixwazin eniya ku heval Bêrîtan lê ye, hilweşînin. Li hember vê yekê Heval Bêrîtan tevayî hevalan paş de dide kişandin û ew bi xwe parastina wan dike. Dema mecala wê ya paşdegişandinê namîne, dijmin pir nêzîkê wê dibin û bang dikin u dibêjin:“teslîm bibe.” Heval Bêrîtan bi dengekî tund, bi hêz û bi bawerî bersivê dide wan û dibêje; “PKK teslîm nabe, yê teslîm bibe ketxwarî, paşverûtî û xiyanetkarî ye.” Û piştî van gotinan xwe ji serê zinarek bilind davêje xwar. Dema pêşmerge dengê jinekê dibihîzin wêrek dibin û êrîşên xwe tund dikin. Lê dema bersiva heval Bêrîtan û ne teslîmbûna wê dibînin, li hemberî rastiya qehramanîya wê de dikevin nava şermeke mezin û ji ber zilamtiya xwe fedî dikin. Qahremaniya ku heval Bêrîtan nîşanî wan kir, hişt ku pir ji wan di meydana şer de soza çek berdanê bidin. Ji ber xiyaneta xwe şerimkirin û sondxwarin êdî nebin çetê dijminan. Êdî çîroka qehramantiya heval Bêrîtan li ser devê pêşmergan bi xwe li tevayî deverên Başûrê Kurdistan ê belav bû û bi sedan xort û keçên Başûr tevlî refê şoreşa netewî bûn.
Bi qîrîna heval Bêrîtan re xiyanet û paşverûtî hate darizandin û rûyê wan ê reş hate eşkerekirin ji tevayî gelê Kurd re. Wê bi çalakiya xwe zaboqek (vîracek)nû di şoreşa netewî de vekir û asta mîlîtaniya PKK’ê bilindkir. Bû nûnera rêbaza Sarokatî û di kesayetiya xwe de bi ser xist. Heval Bêrîtan di raporeke xwe de ku di bihara sala 1992 an de ji Serokatî re nivîsî bû de, diyarkiribû ku ew dixwazê romana Serokatî binivîse. Tê zanîn romanivîsîn hêzeke mezin, wêrekî, xeyal û wêjevaniyeke bilind dixwaze. Biryara nivîsandina romana Serokatiyê dayîn ne karekî hêsan e. Heval Bêrîtan wê hêzê di xwe de didît, ku romana serok binîvisîne. Wêrekiya wê ji pêkariya wê dihat, ew wêjevan û helbestvanek bi hêz bû. Û ez di wê baweriyê de me ku ew saxbana wê soza xwe bi awayekî afirandî pêk baniya.
Wê xwe bi şehîdên dozê re kiribû yek û di rêya wan de bi israr û bi bawerî diçû. Di helbestek xwe de ku girêdana xwe bi şehîdan re dide nîşandan dibêje:
Ev dila hatiye hûnandin Li gel keziyên Koçerînê yê çil gulî Destên min Bêrîvanin Wekî Egît diçizirim çiyan Wekî Delîl dikevim nava pêkdadanê Û Mezlûmê sê darikên kibrîtê me Ez çend giyanên nûhatî ji hinavê xwe dizêm. Di her pêkdadanê de ez ya li pêşim Ez ji nû de dizêm bi tilîlîyan re Wek Ferhat….wek Mehmûd Bedena min dişewite.
Di nava germiya cengê de me nikarî em wateya qehremaniya heval Bêrîtan nas bikin. Lê belê piştî paş de kişandina hêzên gerîla ji qampa Zelê re li Başûrê Kurdistanê, tevayî heval ketin nava xemgîniyek mezin. Her ku rastiya şehadeta Bêrîtanê derdixistin zanebûnê, ewqasî pê bandor dibûn. Mîna birînek pir xedar û kûr di hinavê gerîlayan de vebû. Birîn di axivî û jana wê em çember dikirin. Qîrîna Bêrîtan ya li himberî xiyanetê, weke zengilekî deng vedida di mejî, wijdan û dilên me de û êdî di cergê xaka Kurdistan ê de bi sedan Bêrîtan vejiyan. Piştî agirbestê û piştî şehadeta heval Bêrîtan bi heyvekê di 22-23 heyva Mijdara 92 yan de min du helbest ji bo bîranîna şehadeta wê nivîsand. Di sala 93 yan de di kovara “jina serbilind” de hatin weşandin, her wiha hatin awazkirin ji hêla hunermend û komên hunerî li Kurdistan û Ewropa yê. Her weha di berhevoka min ya helbestan de ya bi navê (Zenglên Hevgihînê) de hatiye weşandin. JI BO ŞEHÎDA ŞEHÎDAN
BÊRÎTAN Mîna awazê jiyanê wekî şivanekî hozan xwezayê distrê û di kûraniya damarên nêdar bi xwînê jiyan bi kela xwe dijî ey Bêrîtana min ey bêrîvana gulperî min te naskirî û jiyankirî pêleke torebûyî di rûçkê faiştan de mawzerek bûyî amade bo yî lêdanê di sînga birakujan de
* * * Te xwe bi şer ciwan kir û tu mezin buyî û em mezin bûn bi te her yek ji me digere li şefeqê yan wê sazdike te ew sazkir bi tivingê bi xwînê
* * * Dema ji çeperekê xwe davêt çeperek din di asoyê azadiyê yê kesk û sor û zer de nîşana serkeftinê xêzdikir û eniyek vedikir di dilê enyakê de Bi pencên xwîna erxewanî perda ser çavê xiyanetê çirand ew reşkir bi rengê reşqelekê û bi wan pencan xiyanet darizand
* * * Bi bêdengiya gulla xiniz re her tişt bi dawî dibe gulle sar dibe û dimre destê kuştkar her mirî ji dayik çêbûye lê Bêrîtana min xwediya bîst û du biharan her dijî gulek di dilê çiyê de bi her lêdanên dilên me re di damarên gel de tîrêjek ji yên şefeqê yê sor pertewek vêketî di mala tariyê de û wekî bêhna nanê germ li her kolanên welatê min belav dibe belav dibe.
Başûrê Kurdistanê ( Zelê )