BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a dagirker ji herêmên parastina medya heya tevahî qadên ku Kurd lê jiyan dikin, bi awayakî hovane êrîş dike û tevahiya Gelê Kurd di qirkirinê re derbas kirinê hedef dike. Destnîşan kirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku dibêje hebûna dewleta Tirk liser tine bûna Gelê Kurd hatite ava kirin di vê rewşê de jiyanî dibe.
Dewleta Tirk a ku bi salane liser esasê qetil kirina Kurdan hewil dide liser lingan bimîne, heman dewlet di pêvajoya xwe ya ruxînê de jî bi qetil kirina Kurdan hêvî dike liser xwe bimîne. Lêbelê ji îşkenceyan, tacîz û tecawîzan bigire heya her cure çekên kîmyewî li dijî gerilayên azadiyê bikaranînê her çiqas ger rê û rêbazên hovana pêkanîbe jî ev artêşa hovane, li hember têkoşîna dîrokî ya ku di pêşengtiya ciwan û jinên ciwan de pêş dikevin windahiyên mezin dide.
Bi hezaran ciwanên ku dixwazin dinav vê têkoşîna dîrokî de cihê xwe bigirin ber bi azadiyê ve dibezin. Çend rojên borî gûrûbek ciwanên Bakûrê Kurdistanê tevlêbûna xwe ya nava refên gerîlla ragihandibûn. Îro jî gurubek ciwanên nû bi daxuyaniya ku dane, ji bo ku dinav têkoşîna dîrokî ku li hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk pêş dikevin de cihê xwe bigirin, Bi boneya 44. salvegera PKK ê berê xwe dane çiyayên azad.
Daxuyaniya ciwanan bi vî şeklî ye:
Di serî de Rêber Apo yê ku pergala tecrîda girankirî û kûrkirî têk bir û bi sekn û berxwedana xwe nîşanî hemû cihanê da ku vîna mirovahiyê xwedî hêzeke ku ji hemû hêzên hegemonîk xurttir e, silav dikin û şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û spasî bi bîr tînin.
Em wek ciwanên Kurd didin diyar kirin ku bişavtin, qirkirin, wêran kirin û êrîşên dagirkeriyê wê bêbersiv nemînin; her maleke ku hatî rûxandin û her welatparêzên me yên ku hatîne qetil kirî ji bo me sedema tolhildanê ye.
Em, şehîdên xwe yên ku ji Cizîrê heta Nisêbîne, Sûrê heta Şirnêxê bi berxwedana xwe hebûna Kurdan parastin û dîrok nivîsandin ji bîr nakin. Bi tu awayî me ji bîr nekir ku em deyndarê wan in.
Ger îro rejîma qirker, faşîst hatiye asta hilweşînê ev bi saya têkoşîna Şehîdên leheng yên berxwedanên xweseriyê Çiyager, Zerya û Axînan e. Îro jî Gerîlayê ku bi vî ruhê berxwedanê şer dike, Zagrosan heta Dêrsîmê bi têkoşîna xwe derbeyên kujende û rûxandî li rejîma qirker, faşist dixe. Em dizanin ku enîya sereke ya têkoşîna li dijî rejîma qirker qada gerîla ye. Qada ku têkoşîna azadiyê bi awayekî çalak were meşandin qada gerîla ye.
Me ji dîroka PKK’ê ya 43 salî derxist ku yekane tiştê ku li faşîzma Akp-Mhp’ya hildiweşe were sepandin; Şoreş e. Di bingeha bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me de em diyar dikin ku em ê bi wesîleya 44. salvegera PKK’ê, bi ruhê serkeftine bibin PKK’yî û teqez bi ser bikevin.
Li ser vê esasê em li ser esasê têkbirina rejîma faşîst û bidestxistina serkeftinê tevli Gerîla dibin.
Di çarçoveya pêngava “Dem, dema azadiyê ye” ku pêngava parastina hebûnê û bidestxistina Azadiyê de em bang li her kesî dikin ku liser esasê “Werin Cenga Azadiyê” tevli refên gerîla bibin.