BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a ku bi salan e bi qirkirina gelê Kurd re hewl dide bijî, dîsa bi heman polîtîkayên qirêj dixwaze jiyana xwe bidomîne. Li hember vê gel û ciwanên Kurdistanê berxwedaneke bê hempa dimeşînin.
Ciwanên Kurdistanê jî ji bo cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de bigirin berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Yek ji ciwanên ku duh bi daxuyaniya ku dabûn de ragihand ku ew tevlî nava refên PKK’ê bûne Demhat Çiya hest û ramanên xwe ji ajansa me re vegot.
Demhat Çiya ku bi eslê xwe ji Êlihê ye sedema beşdarbûna xwe û banga xwe bi van gotinan anî ziman.
“Navê min Demhat Çiya. Ez ji Êlihê me. Sedema tevlê buna min. Ji bo şehîdê şoreşê, azadiya Serok Apo ,dagir kirina axa Kurdistan û zilma li ser gelê Kurdistanê.
Ez daxwazî dikim bang li ciwana bikim. Ev pêvajoya em tida, bi polîtîqayê gelek qirêj, ji bo ku hişmendî û ferasetê ciwanan bi şunên, her tişt dikin. Ez dizanim ku AKP û MHP divê pêvajoyêde di nava pevçunêdane.
Alîkariya ku ji Uris distîne dide nîşan ku dewlet di nava hişmendîyek qirêj daye.
Mirov eger hebe kur bi fikire, rastî hemî ber çavane. Dîtina van hemîya ew qas zor nîne. Dibê êdî em çavên xwe vekin.
Ji bo azadiya Kurdistanê û civakek azad hewceye em şer bikin. Bese êdî em sekinîne, em çiqas zu rabin, ji bo van polîtîqay qirêj em têk bibin. Emê ewqas bi lez serkevin û bi hêztirbin. Ji vir bang dikim ji bo ciwanên Êlih û Amedê tev li nava refên gerîla bibin. Ji bo jiyanek azad we dewetê şer dikim.
Sersala damezirandina 44. PKK ê despêkê li Serok Apo, gelê Kurd û ciwana pîroz dikim.”