REQA – Bi sedan şênî û jinên bajarê Reqayê li Çerxerêya Hezîme ya Reqayê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmên şermezarkirina faşîzma Tirk û sûcên wê berz kirin.
Xwepêşandêran berê xwe da Çerxerêya Sewamê û li çerxerêyê kom bûn, piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê şêniyên Reqayê daxuyaniyek da û ji aliyê hevseroka Meclisa Ciwanên Reqayê Bûşra El-Ehmed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de siyasetên qirkirin û çewisandinê yên ku li ser gelên azadîxwaz hatin şermezarkirin û îşaret bi hedefgirtina balafirên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên Kobanê û Qamişlo û kuştina kesayetên neteweyî hate kirin û soza tolhildana van sûcan û hemû şehîdan hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji destpêka vê şoreşê ve em li hemû qadan li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn û em ê li kêleka QSD’ê li hemû eniyên şer û li dijî gefên dewleta Tirk bisekinin.”
Di daxuyaniyê de tekezî li ser bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî hate kirin.
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê, fermandar Ebû Xelef got ev yek encama tevliheviya rejîma Tirk, hovîtiya wê, nakokiya hin aliyên li hundirê Tirkiyê, tevliheviya çeteyan û şerê xwe yê li ser bakurê Sûriyê, dewleta Tirk ji bo ku tevliheviya xwe ya hundirîn û hilweşîna aborî veşêre, gefan dixwe.
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk bi dawî bû.