QAMIŞLO – Konferansa Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi şiyara “Emê Şerê Gelê Şoreşgerî Rêxistin Bikin şoreşa Xwe Ava Bikin” ve hatîbû plankirin îro serê sibê dest pê kir.
Konferansa Zanîngeha Rojava de pêk tê ji bo giyana şehîdên şoreşê deqeyekî rêzgirtinê ve destpê kir. Piştê rêzgirtinê axaftina destpêkê ji aliyê Harûn Apoyî ve hat kirin. Harun Apoyî diyar kir ku ciwan dê pêşengtiya şerê xwe parastinê bikin. Heta ku axa welat di bin dagirkeriyê de be ewên jiyaneke asayî qebûl nekin.
Konferansa Xwendekaran de Aldar Xelîl jî cihê xwe girt û li ser pêvajo û erka ciwana de axivî.
Konferan didome.