DÊRAZOR – Komîteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizşîr çalakiyên Mîhrîcana “Şehîd Hemze” ya yekemîn da destpêkirin. Mîhrîcan li bajarokê Sifêra hate destpêkirin. Di mîhrîcanê de ku tîmên ji tevahî herêmên Dêrazrê beşdar bûn, şano, dîlan, maçên futbolê, volîbol û şatranc hatin lidarxistin.
Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên leşkerî, rêxstinên civaka sivîl, partiyên siyasî, ciwan, tevî bi sedan şêniyên Dêrazorê amade bûn.
Mîhrîcan bi axaftina endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê Seher Ehmed dest pê kir. Seher Ehmed bi xêrhatina beşdaran kir û wan vexwend ku deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan bisekinin.
Bi navê Meclisa Herêma Rojava ya Gundewarê Dêrazorê Ebdulxaleq El-Cezab axivî, di kesayeta şehîd Hemze de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan da.
El-Cezab kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got, ew ê li hemberî êrişan parastina xaka xwe bikin. Her wiha spasiya kesên ku beşdarî mîhrîcanê bûne kir.
Bi navê Komîteya Jinan a Dêrazorê Cûrî El-Mihemed lidarxistina mîhrîcanê pîroz kir.
Paşê Koma Nesayîm El-Furat a girêdayî çand û hunerê ya gundewarê rojava yê Dêrazorê û koma dîlanên gelêrî ya Tevgera Ciwanan a gundewarê rojava hunerên xwe pêşkêş kirin. Her wiha maçên fotbulê di navbera tîma ciwanan û tîma Ehlî deyên gundewarê rojavayê Dêrazorê de, tîma Ebû Herdûb a ji gundewarê rojhilat ê Dêrazorê û Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tîma Giranîc de hatin lidarxistin.