QOSER – Zarokê Kurd Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz 21’ê Mijdara 2004’an li ber mala xwe ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn qetilkirin. Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bi 13 fîşekan hatibû qetilkirin.
Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz li Goristana Taxa Ataturk hatin bîranîn. Endamên rêxistinên DBP û HDP’ê yên bajar û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) û malbata Kaymaz tevlî bîranînê bûn.
Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Mêrdînê Salih Kûday li merasîmê axivî û destnîşan kir ku bi eşkerekirina kiryaran û cezakirina kujeran pêşî li kuştina zarokan dikare bê girtin.