ŞEHBA – Salvegera damezirandina PKK’ê tenê ji bo gelê Kurd na ji bo hemû gelan tê wateya giringiyeke mezin. Ji ber vê ev roj ji bo hemû gelan pîroz e.
27’ê Mijdarê her derê welat û derveyê welat bi coş û moral tê pîroz kirin. Pîrozbahiyên ku rojan pêş de destpêkirine de taybet ciwanên Kurd pêşengtiyê dikin.
Îro li Şehbayê ciwanan bi moralekî bilind agirê pîrozbahiyê pêxistin. Ciwanan li tepeya Fafînê ala PKK’ê bilindkirin. Di pîrozbahiyê de bi agir ve Navê PKK’ê û Rêberê Gelan hat nivîsîn.
Pîrozbahiyê heta saetên deren berdewam kir. Her wiha pîrozbahiyê de tim û tim sloganên “Bijî Serok Apo” hatin avêtin.