HESEKÊ – Ciwanên Hesekê di çarçova Werin Cenga Azadiyê de civîna xwe ya asayî li darxistin.
Civîna ku ji bo giyana Şehîdên Şoreşê deqekî rêzgirtinê ve destpêkir de di serî de pêvajoya sîyasî hate nirxandin.
Foza Yusuf civînê de axivî û diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên ku pêşengtiya parastina civakê bikin ciwanin. Ji ber vê ew giringiyeke mezin didin ciwanan. Ciwan ne tenê ji bo parastinê di heman demê de ji bo Îdeolojiya Rêber Apo kirina meryetê jî pêşeng in.
Ciwînê de Harûn Apoyî jî axivî:
Apoyî diyar kir ku Ciwanên Rojava dê pratîzekirina îdeolojiya Rêber Apo di rojhilata Navîn de pêk bînin û vê re pêşengtiyê bikin.
Civînê de planlama salane jî hat kirin. Ji gor planlamayên Ciwanan:
- Ji bo Azadiya Rêberê Gelan dê bê navber çalakbuyin were esas girtin.
- Seferberiya rexistinbûnê
- Ji bo tevlêbûn û xurtkirina YPG, QSD aktîf bûn
- û di her alîde perwerdeyên girtî û vekirî yên ciwana
Civîn bi siloganên “Bijî Serok Apo” ve û bi coş û moral bi dawî bû.