STENBOL –
PKK di 27ê Mijdara 1978an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hat îlankirin. Têkildarî damezrandina PKK’ê ku di bin êş û zehmetiyên mezin de hat ragihandin, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wiha got: “Ji ber ku doza me ya mezin partiya me bi komeke ku ne diyar e çi bûye û wê çi bibe. Gundê Fîs ê Amedê, bi alavên herî kêm û bi îdîayên nepêşketî gihiştiye roja îroyîn. Navê jiyankirina pêvajoyek e ku em dikarin bi qasî wê destanan bi nav bikin.” dibêje.
Navê jiyaneke destanî ango PKK dikeve sala xwe ya 44’an. Bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê çalakiyên bi rojan li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê destpê kirin, dîsa bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan tên lidarxistin.
Li Stenbolê ciwanên welatparêz 44. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Ciwanan li navçeyên Sultangazî û Arnavutkoyê yên Stenbolê hatin cem hev, 44’emîn salvegera xwe bi dirûşme û fîşekên hewayî pîroz kirin.