QAMIŞLO – Meha Mijdarê ji bo tevahî mirovahiyê wateyeke wê ya cuda heye, di meha mijdarê de hem vejîn (27’ê Mijdar) û hem jî şikandin (25’ê Mijdar’ê) heye. Bi taybet ji bo jinê xwedî girîngiyeke mezine. Jinên ku di 25’ê Mijdar’ê de rastî şîdet û destdirêjiyan dihatin, bi ked û xebata Rêberê Gelan re di 27’ê Mijdar’ê de jî rastî azadî û jiyanê ve hatin.
Rêber Apo jin perwerde û zane kir, jin kir xwedî îrade û sekn. Îro jî tevahî jin li ser vê bingehê xwe û civaka xwe hem rêxistin û hem jî perwede dike.
Îro li bajarê Qamişlo Jinên Ciwan bi dayîna semînerekê ji Ciwanan re erka jin ya di nava civakê de dan diyar kirin. Di naveroka semînerê de tundiya ser jin û çawa bersivdayîna wê hat nîqaş kirin.
Di dawiyê de hat diyar kirin ku rola her ciwan û jinek ciwan tenê têkoşîn e.