HEWLÊR – Xwendekarên zanîngeh û peymangehê li Hewlêrê rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê li trafîkê girtin û daxwaza mafên xwe kirin.
Tevî hemû astengiyan, li Hewlêrê xwendekarên zanîngeh û peymangehê li ber avahiya desteya wezîran kombûn û ji wir jî bi awayek girseyî meşiyan ser cadeya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê.
Xwendekar li vir bi dirûşman daxwazên xwe tînin ziman.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, xwendekaran rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê li trafîkê girtine. Hêzek zêde ya asayîşê li cihê çalakiyê kombûye û rê nade saziyên çapemeniyê ji nêzîk de çalakiya xwendekaran bi şopînin.